Şêniyên Til Hemîsê keyfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re anîn ziman

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo ji ber pêkhatina hevdîtinê di navbera Rêber Ocalan û malbata wî de şad bûn û ji ber wê bi erebeyan di nav kolanên navçeyê de geriyan. Şêniyan gotin: “Ji ber têkoşîna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çaranûsa Rêber Ocalan hate eşkerekirin.”

Şêniyên Til Hemîsê keyfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re anîn ziman
Şêniyên Til Hemîsê keyfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re anîn ziman
Şêniyên Til Hemîsê keyfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re anîn ziman
4 adar, 2020   18:58
QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo piştî agahiya pêkhatina hevdîtina di navbera Rêber Abdullah Ocalan û malbatê de kêfxweş bûn. Ji ber wê li ber avahiya meclisa navçeyê bi erebeyên xwe kom bûn û li dora deriyên têketina navçeyê yê çar geriyan. Şêniyan sloganên silavkirina berxwedana Ocalan û azadiya wî berz kirin. Her wiha alên Hêzên Sûriya Demokratîk û wêneyên Rêber Ocalan hildan.

Şêniyan rave kirin ku piştî daxuyaniya Buroya Serdemê ya Hiqûqî îro ku serdana malbata Rêber Ocalan ji girava Îmraliyê re pêk hatiye û rewşa Rêbertî baş e kêfxweş in.

Şêniyan teqez kir ku ji ber têkoşîn û hevgirtina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kombûna wan li dora Ocalan hevdîtin pêk hat. Şêniyan destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin heya tecrîd bidawî dibe û Ocalan azad dibe.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WFSyCUSC8Ko" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>