Jinên Ciwan li Hesekê meşek bi meşaleyan lidar xistin

Jinên Ciwan ên bajarê Hesekê bi boneya 8`ê Adarê meşek bi meşaleyan orgenîze kirin. Di meşê de endama rêveber a Jinên Ciwan Leyla Şêxo got: "Divê her jinek ji bo parastina maf, rûmet, azadî û zimanê xwe liber xwe bide û tê bikoşe."

Jinên Ciwan li Hesekê meşek bi meşaleyan lidar xistin
Jinên Ciwan li Hesekê meşek bi meşaleyan lidar xistin
Jinên Ciwan li Hesekê meşek bi meşaleyan lidar xistin
Jinên Ciwan li Hesekê meşek bi meşaleyan lidar xistin
Jinên Ciwan li Hesekê meşek bi meşaleyan lidar xistin
Jinên Ciwan li Hesekê meşek bi meşaleyan lidar xistin
4 adar, 2020   19:12
HESEKÊ

Bi boneya 8`ê Adarê Jina Ciwan a bajarê Hesekê meşek bi meşaleyan li bajêr lidar xist. Bi dehan jinên ciwan, şênî û ciwanên bajêr tev li meşê bûn.

Şênî li taxa El-Miftî kom bû û di destê wan de wêneyên Rêber Ocalan.

Çalakger ber bi çarxerêya Şehîd Serhed li taxa El-Miftî ve meşiyan. Her wiha sliganên silavkirina berxwedana jinê û azadiya Rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

Di meşê de endama rêveber a Jinên Ciwan a bajarê Hesekê Leyla Şêxo ji ajansa me re axivî û got: "Em di lidarxistina çalakiyên xwe de ji bo 8`ê Adarê ji aliyekê ve û banga azadiya Rêber Ocalan ji aliyekî din ve berdewam in. Bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftî bi dest xistin. Lewra divê her jinek ji bo parastina maf, rûmet,azadî û zimanê xwe liber xwe bide û tê bikoşe."

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê û azadiya Ocalan bidawî bû.

(şx)

ANHA