Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Efrînê ji bo 8`ê Adarê meşek lidar xist

Di çarçoveya çalakiyên 8`ê Adarê de bi dirûşmeya “Têkoşîna me azadiya me ye û berxwedana me serkeftina me ye” Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Efrînê  îro meşek bi meşaleyan orgenîze kir. Bi rêya meşê komplo û ferzkirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Efrînê ji bo 8`ê Adarê meşek lidar xist
Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Efrînê ji bo 8`ê Adarê meşek lidar xist
Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Efrînê ji bo 8`ê Adarê meşek lidar xist
Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Efrînê ji bo 8`ê Adarê meşek lidar xist
Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Efrînê ji bo 8`ê Adarê meşek lidar xist
4 adar, 2020   18:30
ŞEHBA

Bi sedan jinên ciwan ên kantona Efrînê, endamên saziyên sivîl, yekîtiyên sivîl ên navçeya Fafîn a kantona Şehbayê kom bûn û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Jinên Ciwan û meşale hildan. Her wiha pankartên bi nivîsên “Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo komployek li dijî vîna gelên demokratîk û aştîxwaz e” rakirin.

Jinên ciwan ber bi Goristana Şehîdên Komkujiya Til Rifetê ve meşiyan û sloganên azadiya Rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

Li goristanê meş rawestî û veguherî mitîngê. Mitîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê daxuyaniyekê bi navê Yekîtiya Jina Ciwan hate dayîn. Yekîtiyê di daxuyaniya xwe de komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan  û binpêkirinên dermirovî yên li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin. Yekîtiyê bang kir ku tecrîd bi temamî bidawî bibe û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên hatine dagirkirin şermezar kirin.

Yekîtiyê di dawiya daxuyaniyê de got: “Em ê asta têkoşînê bilind bikin heya ku projeya netewa demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, pêk tê.

(şx)

ANHA