Sûriyê zimanê xwe li hember Tirkiyê sivik kir

Piştî gurbûna leşkerî li Idlibê serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed asta zimanê axaftinê li hember Tirkiyê sivik kir û got: "Sûriyê tu kiryarên li dijî Tirkiyê pêk neanîn. Nakokiyê heyî ne mantiqî ne."

Sûriyê zimanê xwe li hember Tirkiyê sivik kir
4 adar, 2020   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Esed ji kanala Rûsya 24 re îro bersîva pirsa: Gelo ev peyama wê ye ji gelê Tirkiyê re ku tu dijminahî bi wî re tune ye? Gelo me baş we naskir? Helbet min jê re digot gelê bira. Niha ez ji gelê Tirkiyê dipirsim doza we bi Tirkiyê re çi ye? Çi ye ew doza ku welatiyên tirk ji bo wê dimirin? Gelo karê dijminahî ya biçûk an jî mezin Sûriyê li hember Tirkiyê di şer de û beriya wê çi ye? Ev tişt bi carekê tune ye.

Serokê rejîma Sûriyê wiha domand: "Têkiliyên hevpar hene. Têkiliyên berjewendiyên rojane di navbera Sûriyê û Tirkiyê hene. Li Tirkiyê komên ku koka wan Ereb-Sûrî ye hene. Li Sûriyê jî komên ku koka wan Tirk in hene."

Beşar El-Esed ragihand: "Ev têkilî ji dîrokê ve heye. lewra ne mantiqî ye nakokiyek di navbera me û wan de hebe."

Gotinên Beşar El-Esed piştî nakokiya di navbera rejîma Sûriyê û Tirkiyê de girêdayî şerên li Idlibê ku di encamê de leşkerên Tirk hatin kuştin tê.

(şx)

ANHA