Li Dirbêsiyê bi boneya 8’ê Adarê meşa bi meşale

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi boneya 8`ê Adarê bi dirûşmeya `Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e` bi meşaleyan meşiyan.

Li Dirbêsiyê bi boneya 8’ê Adarê meşa bi meşale
Li Dirbêsiyê bi boneya 8’ê Adarê meşa bi meşale
Li Dirbêsiyê bi boneya 8’ê Adarê meşa bi meşale
Li Dirbêsiyê bi boneya 8’ê Adarê meşa bi meşale
4 adar, 2020   17:58
HESEKÊ

Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi boneya rasthatina 8`ê Adarê bi dirûşmeya `Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e` meşek bi meşale lidar xist. Bi sedan jin û şêniyên navçeyê tevî endamên saziyên sivîl ên navçeyê tev li meşê bûn.

Meş li ber Navenda Ciwanan li gel berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê destpê kir. Şêniyan wêneyên şehîd û têkoşerên jin ên ku ji bo azadiya jinê têkoşiyane û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan. Şênî di nav kolanên navçeyê yên sereke de meşiyan heya gihaştin çarxerêya Şehîd Xemgîn. Li ber çarxerêyê piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê Ebîr Hesen 8`ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir.

Ebîr got: "Em li vir in ji bo ku aştî û hezkirinê di navbera cîhanê de belav bikin. Ji ber ku jin bingeha civaka azad û demokratîk e ya ku aştî tê de serwer e."

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê bidawî bû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/A_pibPskC60" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>