Çeteyên girêdayî Tirkiyê li Efrînê 3 sivîl revandin

Çeteyên Tirkiyê îro 3 sivîl ji gundê Kaxrê yê girêdayî navçeya Mabata ya kantona Efrînê revandin.

Çeteyên girêdayî Tirkiyê li Efrînê 3 sivîl revandin
4 adar, 2020   16:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe li dijî şêniyên Efrînê didomînin. Di wê çarçoveyê de li gorî toreya çalakvanên Efrînê çeteyên bi nav El-Amşat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker sê sivîl ji gundê Kaxrê yê girêdayî navçeya Mabata revandin.

Her wiha toreyê navên kesên hatine revandin belge kirin. Navên wan wiha ne: Hisên Ebdo, Semîr Faêq û Manan Ebo. Çeteyan wan sivîlan birin cihek nediyar.

(şx)

ANHA