‛Êrişa Tirkiyê li Idlibê bi hedefa anîna rêxistina Îxwan a terorîst e’

Partiya Komunîst a Kurdistanî got hedefa êrişa dewleta Tirk li dijî Idlibê parçekirina xaka Sûriyê ye, her wiha partiyê bang li hêzên demokratîk kir ku êrişa dewleta Tirk a bênavber şermezar bikin.

‛Êrişa Tirkiyê li Idlibê bi hedefa anîna rêxistina Îxwan a terorîst e’
3 adar, 2020   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Di meha Sibata de dewleta Tirk êrişî parêzgeha Idlibê kir, her wiha dewleta Tirk hêrêmên ji bajarê Cerablusê heta Idlibê dagir kirine. Têkildarî mijarê, Partiya Komunîst a Kurdistanî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev êriş şermezar kir.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

"Piştî dagirkirin û tirkkirina Cerablus, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi encama lihevkirina Rûsya û peymanên bi rejîmên Amerîka û Tirkiyê, NATO’yê û amûrên rejîma Erdogan a dagirker tevî çeteyên wê yên terorîst, careke din şerek bi navê Mertalê Biharê li dijî Sûriyê, xak û gelê wê dest pê kir. Lê di rastiyê de çavên wê li dewlemendî, dagirkirin, wêrankirin, koçberkirin û kuştina şêniyan di bin bihane û hincetên derewîn de ye wekî hilweşandina rejîm, şerkirina terorê, parastina ewlehiya nîştimanî û hewandina koçberan.

Em wek partî bang li tevahî hêzên demokratîk û şoreşger ên li herêm û cîhanê dikin ku vî şerî dagirkerî û pêkanîna sûcan şermezar bikin, di heman demê de bang li piştgiriya bi Sûriyê û hêzên şerê Erdoganê faşîst dikin, da ku vî şerî têk bibin û rejîma Tirkiyê ji tevahî xaka Sûriyê ku dagir kirine, derxin.

Di dawiyê de, bang li li gelê Kurd û hêzên siyasî dikin ku dan û standinê bi rejîmê re pêk bînin da ku li hember van kiryarên bi hedefên têkbirina vîn, serweriya Sûriyê û têkbirina yekitiya xaka wê, bisekinin."

)fr(

ANHA