Mijarên rojnameyên erebî – 3 Adar

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî hevdîtina ku tê payîn di navbera Erdogan û Pûtîn de pêk bê nivîsîn, her wiha aloziya avakirina hikûmeta Iraqê û agahiyên dawî der barê belavbûna vîrusa Koronayê de jî di rojevê de bûn.

Mijarên rojnameyên erebî – 3 Adar
3 adar, 2020   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: HEVDÎTINA BI PÛTÎN RE DERFETA DAWÎ YA ERDOGAN E KU QUMARBAZIYA LI IDLIBÊ RAWESTÎNE

Rojnameyên erebî yên îro der barê hevdîtina ku tê payîn di navbera Pûtîn û Erdogan de pêk bê, nivîsîn. Rojnameya El-Ereb wiha nivîs: “Kremlînê daxwaza serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan pêk anî ku hevdîtinê bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re pêk bîne, ev çend hefte ne ku daxwaza wê hevdîtinê dikir da ku der barê Idlibê de lihevhatinekê pêk bîne û hebûna komên tundraw li herêmê biçespîne, lê Rûsyayê ev tişt nedipejirand. Lewma diyar e ku hevdîtin dê bibe derfeta dawî ji bo Erdogan ku dest ji qumarbaziya xwe ya Idlibê berde, her wiha dê serokê Tirkiyê tu destkeftiyan ji vê hevdîtinê negire.

Di vê navberê de rayedarên ji Neteweyên Yekbûyî dibêjin ku Tirkiyê der barê sûcên şer de berpirsyar e ku di sala 2019`an de li bakurê Sûriyê kirin, yek ji wan sûcan kuştina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef û ajokarê ku pê re bû.

Li aliyekî Rûsya ji Erdogan dixwaze ku êrîşa li dijî Idlibê rawestîne, li aliyên din hewldanên Erdogan ku bi rêya pêla koçberan hin tiştan ji welatên Ewropayê bigire jî, têk çûn. Ewropa di mijara koçberan û mijara piştgiriya dîplomatîk û leşkerî ji hev cuda dinirxîne.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov roja duşemê got “Helwesta Moskovê der barê aloziya Sûriyê de nehatiye guhertin.”

Kremlîn bi vê daxuyaniyê dixwaze bêje ku wan roniya kesk nedaye Tirkiyê ku êrişî Idlibê bike.

Çavdêr dibêjin ku Rûsya dixwaze rê li pêşiya hincetên serokê Tirkiyê bigire. Her wiha tê payîn ku Pûtîn ji Erdogan re bibêje ku helwesta fermandarên leşkerî, her wiha helwesta wezîrê karên derve û ya cîgirî wî ew helwestên fermî yên Rûsyayê ne.

Di hevdîtinê de dê payîn Rûsya helwesta xwe yan dawî li hember Enqereyê diyar bike, bi taybet der barê hewldanên Enqereyê ku dixwaze ji bo komên terorîst cihekî li Idlibê çêke. Rûsya jî dibêje ku çare ew e ku Sûriyê axa xwe vegerîne û komên çekdar belav bike û dest deyne ser çekên wan.

Çavdêr dibêjin ku Rûsya dê hişyariya dawî bide serokê Tirkiyê û bêje ji derveyî Soçiyê tu lihevhatinên din tune ne, ev yek dê rewatiya êrîşa leşkerî ya Tirkiyê rake.

EL-BEYAN: ELAWÎ LÊBORÎN XWEST… LI IRAQÊ ALOZÎ VEKIRÎ YE

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: “Serokwezîrê Iraqê yê erkdar lêborîn xwest û ji erka avakirina hikûmetê paşde kişand, her wiha hin partî tawanbar kirin ku karên wî asteng kirin.

Ev geşedan dê aloziya Iraqê ya hundirîn kûr bike û dê di valahiyeke mezin çêke, bi taybet ku serokê hikûmeta demkî Adil Ebdilmehdî doza hilbijartinên pêşwext kir ku roja 4`ê Çileya bê bêne lidarxistin.

Her wiha got ku ew ê xwe ji erkên hikûmeta demkî paşde bikişîne û erkên xwe yên fermî rawestîne, ev jî dê aloziya welêt kûrtir bike.

Elawî di axaftineke televîzyonê de behsa serokkomar Berhem Salih kir û got: “Di pêvajoya hevdîtinan de ez rastî gelek astengiyan hatim ku tu têkiliya wan bi berjewendiyên welêt re tune ne, lê min xwe neda paş, min berjewendiyên xwe yên taybet nedan pêş yên welêt, lê mixabin hin aliyan ji bo berjwendiyên teng hevdîtin dikirin û doza welatparêziyê paşguh kirin.”

ŞERQ El-EWSAT: LI WELATÊN EREBAN NEXWEŞÊN NÛ YÊN KORONAYÊ… LI EWROPAYÊ JÎ METIRSÎ ZÊDE DIBE

Der barê mijara belavbûna vîrusa Koronayê de rojnameyê nivîsî: “3 dewletên erebî; Siûdiyê, Urdun û Tunisê ragihand ku wan nexweşên bi vîrusa Koronayê tomar kirine. Yekitiya Ewropayê jî asta metirsiyên belavbûna vîrusê “bilind” kir.

Erebistana Siûdî duh ragihand ku yekemîn pêketina bi vîrusê hate dîtin, ew welatiyekî ku bi rêya Behrênê hatibû û negotibû ku ew li Îranê bû, her wiha da zanîn ku ew kes niha li nexweşxaneyê ye û rewşa wî li gorî pîvanên tenduristiyê tê şopandin.

Wezîrê tenduristiyê yê Tunisê Ebdilletîf El-Mekî ragihand ku welatiyekî 40 salî ji Îtalyayê hatiye bi vîrusê ketiye, her wiha hikûmeta Urdunê jî yekemîn rewşa pêketinê ya welatiyekî ji Îtalyayê hatiye, ragihdnd.