​​​​​​​Balafireke dewleta Tirk û balafireke rejîma Sûriyê hatin xistin

Ajansa Sana ya Sûriyê ragihand ku hêzên rejîmê balafireke kefşê ya artêşa Tirk li asîmanê bajarê Seraqibê yê parêzgeha Idlibê xist xwarê. Her wiha dezgehên çapemeniyê ragihand ku balafireke şer a rejîmê li Idlibê hatiye xistin.

​​​​​​​Balafireke dewleta Tirk û balafireke rejîma Sûriyê hatin xistin
1 adar, 2020   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa fermî ya Sûriyê ‘Sana’ li ser zimanê nûçegihanê xwe ragihand ku balafira keşfê ya artêşa Tirk li Seraqibê ya başûrê rojhilatê parêzgeha Idlibê xistine xwarê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) û ajansa EuroNewsê jî ragihand ku balafireke şer a rejîmê li Idlibê hate xistin.

Ji aliyekî din ve jî, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê xistina balafira Rûsyayê ji cureya SU-24 li Idlibê, derewand

)eh)

ANHA