Hêzên rejîmê asîmanê Idlibê ji balafiran re girt

Hêzên rejîma Sûriyê îro ragihand ku asîmanê bakur û rojavayê welêt û bi taybet yê Idlibê li ber balafirên şer û yên keşfê girtiye.

Hêzên rejîmê asîmanê Idlibê ji balafiran re girt
1 adar, 2020   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA li ser zimanê çavkaniyeke leşkerî ragihand ku “ji bo pêkanîna erkên destûrî û nîştimanî di parastina serdestiya dewletê de û parastina ewlehî û aramiya xaka wê ji aliyê fermandariya giştî ya artêşê û hêzên wê ve” ragihand ku asîman li ber balafirên şer û yên keşfê li ser herêma bakurê rojavayê Sûriyê û bi taybet li ser parêzgeha Idlibê, girt.

Her wiha destnîşan kir ku ew ê bi balafirên ku aliyê hewayî binpê bike dê wek balafireke dijmin were nîşandan û dê were xistin da ku armancên xwe pêk neyne.

Çavkaniyê leşkerî jî wiha got: "Hêzên rejîma Tirkiyê xebatên dijminatiyê li dijî hêzên me yên li Idlibê û derdora wê dimeşînin. Çi bi hedefgirtina cihên leşkerên me yên li hember terorîstan disekinin, yekser dike hedef û çi bi pêşkêşkirina hemû cureyên destekdayînê ji rêxistinên çekdar re yên li gorî zagonên navdewletî li ser lîsteya terorî ne."

(bx)