Trump:  Ez ê bi fermandarên Talîban re bicivim

Serokê DYA‘yê Donald Trump ragihandku ew ê bi xwe di demeke ne dûr de bi fermandarên "Talîban" re bicive.

Trump:  Ez ê bi fermandarên Talîban re bicivim
29 sibat, 2020   20:12
NAVENDA NÛÇEAYN

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyek çapemeniyê de baweriya xwe bi serxistina diyalogan di navbera Washington û "Talîban " de anî ziman û got: "Hemû ji şer aciz bûn."

Trump her wiha bang li dewletên cîranên Afganistanê kir ku ji bo pêkanîna armaniyê li Afganistanê bixebitin.

DYA`yê û Tevgera Talîban li Qeterê lihevkirineke aştiyê îmze kirin da şerê dirêj di navbera her du aliyan bi dawî bibe. Li gorî lihevkirinê hemû hêzên Amerîkayê dê di nava 14 mehan de ji welat vekişin.