El-Caferî: Tirkiyê  Tirkbûn li ser Sûriye wê ferz kir

Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Beşar El-Caferî diyar kir ku dewleta Tirk axa Sûriyê dagir kiriye, Tirkî li ser wê ferz kiriye.

El-Caferî: Tirkiyê  Tirkbûn li ser Sûriye wê ferz kir
29 sibat, 2020   20:02
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî ajansa nuçeyan a SANA‘yê ya girêdayî rejîma Sûriyê Beşar El-Caferî di rûniştina lezgîn a derbarê Idlîbê ya Konseya Ewlekariyê de bal kişandiye ser dagirkeriya dewleta Tirk.

El-Caferî ev pirs kir, “Hebûna dewleta Tirk a li Sûriyê êriş û çalakiya dagirkirinê ye yan na? Dewleta Tirk xwest ku li cihê ku dagir kiriye Tirkî ferz bike, navê qad û kolanan biguherîne yan na? Tirkiyê berhemên me yên dîrokî dagir kir yan na?”

El- Caferî diyar kir ku rejîma Tirk li gorî peymana Astanayê tevnegeriyaye û tevî komên ‘terorîst’ ên girêdayî xwe hewl daye hebûna xwe xurt bike û herêmê îstîsmar bike.

Beşar El-Caferî diyar kir ku rejîma Erdogan li Idlîb, Heleb, Lazqiyeyê ‘dixwaze rastiya terorîzmê ferz bike’ û li herêmên bakurê rojava jî girtin, kuştin, êşkence, tecawiz, dagirkirina berhemên çandinîyê, dizîya berhemên dîrokî kiriye.