Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî

Di hefteya derbasbûyî de li Sûriyê pêşketinên daramatîk rû dan, di encamê de leşkerên Tirkiyê buhayê sergermiya Erdogan didin. Çavdêr dibêjin ku ev yek ji bo Enqereyê nameyek e ku eger Tirkiye daxwazên Rûsyayê pêk neyne, ew ê bêtir bi pêş de here. Li Iraqê jî piştî binkeftina parlamantoyê ya amadekirina hikûmeta nû alozî didome. Vîrûsa Korona li cîhanê belav dibe.

Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî
1 adar, 2020   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yê hefteya derbasbûyî bal kişand ser nakokiyên Rûsya û Tirkiyê di Sûriyê de, aloziya Iraqê, hilbijaritnên Îranê û belavbûne vîrûsa Korona li cîhanê.

EL-EREB: LEŞKERÊN TIRKIYÊ BUHAYÊ SERGERMIYA ERDOGAN DIDIN

Rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî der barê rewşa Sûriyê û bi taybet der barê rewşa Idlibê de nivîsîn. Rojnameya El-Ereb der barê mijarê de wiha nivîsî: "Roja duşemê, di encama bombebarana balafirên şer ên Sûriye û Rûsyayê li dijî xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li herêma Kefersefra ya gundewarên Idlibê, nêzî 10 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û birîndar bûn. Rûsyayê berê wê jî bi çend saetan êrişeke mîna wê li xaleke din a li Cebel Alzawiyê pêk anî.

Rojên dawiyê diyar dibe ku bombebaranên li dijî xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlib û Helebê zêde bûne,  wekî fişareke Rûsyayê li dijî Enqereyê, ya ku piştgiriya komên çekdar dike, mîna Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra).

Heyet Tehrîr El-Şam hêzeke bibandor e ku Tirkiye pala didê, ji bo parastina desthilatdariya xwe ya li Sûriyê, lê Moskov teqez dike ku pêwîst e ev rêxistin ku şaxê El-Qaîdeyê ye, tune bike.

Çavdêr dibêjin ku Rûsya bi biryar e pêvajoya paqijkirina Idlibê  ji Heyet Tehrîr El-Şam dewam bike, êrişên li dijî hêzên Tirkiyê yên ku piştgiriya vê hêzê dikin jî, ji bo Enqereyê nameyek e ku eger Tirkiye daxwazên Rûsyayê pêk neyne, ew ê bêtir bi pêş de here.”

ŞERQ EL-EWSAT:JI DEMA ŞOREŞÊ DE, KÊMTIRÎN RÊJEYA BEŞDARBÛNÊ

Têkildarî rewşa Îranê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Wezîrê karên hundir ê Îranê Rida Rehmanî Fedlî, duh bi awayekî fermî ragihand ku rêjeya beşdarbûna di hilbijartinan de ji sedî 42 bûn û ev jî kêmtirîn rêjeya beşdarbûnê ji sala 1979`an ve ye."

EL-BEYAN: REDKIRIN DENGDAYÎNA LI SER HIKUMETA ELAWÎ DERENG XIST

Der barê Iraqê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Duh parlamentoya Iraqê kom bû ku der barê hikumeteke nû ya ku serokwezîrê erkdarkirî Mihemed Elawî pêşniyarkirî, erê bikin. Her wiha torên çapemeniyê yên Iraqê bi bîr xist ku erêkirina hikumeteke nû bi sedema redkirina piranî parlamenteran a dengdayînê pêk nehat, ew jî bi sedema nerazîbûna wan a der heqê Elawî de bû."

Dihat payîn ku duh parlamentoyê rûniştineke awarte der barê bawerîdayîna hikumeta Elawî de li dar bixista. Lê gelek parlamenteran red kir. Lê şeva beriya rûniştinê Elawî bi twittekê diyar kir ku dê hikumeta wî bibe ya yekemîn ji bernamzetên serbixwe, pispor û durist re."

ŞERQ EL- EWSAT: VÎRUSA KORONA SÎNORÊ PARZEMÎNAN DERBAS DIKE

Der barê belavbûna vîrusa Koronayê de rojnameyê nivîsî: "Vîrusa Korona ya nû (Covid-19) li tevahiya cîhanê bûye cihê metirsiyê. Ji ber ku dikare êdî sînorên parzemînan derbas bike û gelek windahiyên can û aborî bi xwe re bîne.

Vîrus duh li Amerîkaya Latîn belav bû û yekemîn pêketin li Brezîlyayê hate tomarkirin, her wiha li Ewropa û Asyayê jî belav dibe.

Li welatên Ereban hewldanên pêşîlêgirtina vîrusê dewam dikin, piştî ku li Lubnan, Iraq, Cezaîr, Kiwêt, Behreyn, Îmarat û Umanê rewşên pêketina vîrusê hatin tomarkirin. Piraniya rewşên pêketinê yên dewletên Kendavê ne û kesên ku ji Îranê hatine, jixwe Îran bûye jêdera vîrusê li Rojhilata Navîn û ta niha 19 kes bi vîrusê mirine.

Iraqê jî duh xwendin li dibistan û zanîngehan ta 7`ê Adarê rawestand, her wiha hemû awayên kombûnên girseyî qedexe kirin.

Li ser asta cîhanê jî, ta niha 80 hezar rewşên pêketina vîrusê hatine tomarkirin, ji wan 2800 li derveyî Çînê ne, her wiha li tevahî cîhanê ta niha 2700 kes bi vîrusê mirine, li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê.

Li Ewropayê jî welatê herî bêhtir rewşên pêketina bi vîrusê lê hatine tomarkirin Îtalya ye ku 400 nexweş hatine tomarkirin û 12 mirin. Lewma li gelek paytextan tedbîrên pêşîlêgirtinê zêde kirin. Li Fransayê jî yekemîn qurbaniyên vîrusê ku kalekî 60 salî mir.”