Kongreya PYD’ê di roja duyemîn de ye

Beriya çend kêliyan xebatên roja duyemîn a kongreya 8’emîn a PYD’yê li bajarokê Rimêlan ê girêdayî Qamişlo, dest pê kir.

Kongreya PYD’ê di roja duyemîn de ye
Kongreya PYD’ê di roja duyemîn de ye
Kongreya PYD’ê di roja duyemîn de ye
Kongreya PYD’ê di roja duyemîn de ye
Kongreya PYD’ê di roja duyemîn de ye
25 sibat, 2020   07:31
QAMIŞLO

Duh, xebatên kongreya 8’emîn a PYD’ê li bajarokê Rimêlan ê girêdayî kantona Qamişlo dest pê kiribû. Kongre bi dirûşma "Bi yekitiya demokratîk em dagirkeriyê têk dibin, Rêveberiya Xweser bi pêş dixin û Sûriyeke demokartîk ava dikin" li dar dikeve. Di kongreyê de 600 delegeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê amade ne, her wiha mêvan ji nûnerên MSD, QSD, Desteya Koordînasyona Nîştimanî -Tevgera Guhartin, Partiya Yekitiya Suryan, Desteya  Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kesayetên siyasî û civakî, nûnerên ji partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên ji rêxistinên jinan û ciwanan, nûnerên ji eşîrên Kurd û Ereb û kesayetên rewşenbîr û akademîsyen, amade bûn.

Di roja yekemîn de rapora giştî ya meclisa partiyê, rapora meclisa jinan a partiyê û raporên buroyên partiyê hatin xwendin. Tê payîn ku ev rapor îro bên nîqaşkirin, piştre bernameya siyasî ya partiyê û rêzikname bên xwendin û nîqaşkirin.

Îro dê hevserokên partiyê û endamên meclisa giştî jî bên hilbijartin.

Kongre ji çapemeniyê re girtî didome.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fZp1wf7jFYE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>