SOHR: Li Idlibê bi kêmanî 5 leşkerên Tirk hatin kuştin

Hate ragihandin ku di bombebarana balafirên Rûsya û rejîma Sûriyê yên li dijî nuqteyên çavdêriyê yên artêşa Tirk ên li Idlibê de herî kêm 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

SOHR: Li Idlibê bi kêmanî 5 leşkerên Tirk hatin kuştin
24 sibat, 2020   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji "Skynews" re diyar kirin ku balafiran nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê yên li herêma Kensefra yê bejahiya başûrê Idlibê kirin hedef, di encamê de bi kêmanî 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di bomberdûmana balafirên rejîma Sûriyê û yên Rûsyayê yên li dijî nuqteyên çavdêriyê yên li başûrê Idlibê de 10 leşkerên Tirk ji kuştî û birîndar hene.

SOHR, got di derbeya hawayî de gelek maşîneyên Tirkiyê hatin bêbandorkirin û şewitandin.

Der barê van derbeyan de heta niha ji aliyê Tirkiyê ve tu daxuyanî nehatin dayîn.

SOHR, ragihand ku wê êrişek bejahî nû ji aliyê hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî bajarokê Neyrebê de ku di bin kontrola rejîmê de şopand.