PYD kongreya xwe bi nirxandina raporan didomîne

PYD piştî xwendina name û axaftinan, kongreya xwe ya 8’emîn ji çapemeniyê re girtî didomîne. Her wiha tê payîn ku raporên rêxistinî yên buroyên partiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ewropa û Başûrê Kurdistanê bên xwendin.

PYD kongreya xwe bi nirxandina raporan didomîne
24 sibat, 2020   13:52
QAMIŞLO

Vê sibehê kongreya 8’emîn a PYD’ê bi dirûşma "Bi yekitiya demokratîk me ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" dest pê kir. Her wiha di kongreyê de 600 delegeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê amade bûn.

Piştî danê nîvro kongre ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Her wiha rojeva kongreyê bi xwendina raporên salane û rêziknameyê berdewam kir. Tê payîn ku kongre heta sibê bidome û hevserokên partiyê bên hilbijartin.

(fr)

ANHA
<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WxIk45QIVfQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>