Piştî Îranê vîrusa Korona li Iraq û Behreynê jî belav dibe

Wezaretên tenduristiyê yên Iraq û Behreynê ragihand ku gelek rewşên nexweşiya vîrusa Koronayê bi rêya kesên ji Îranê hatine, li welatên wan tespît bûne.

Piştî Îranê vîrusa Korona li Iraq û Behreynê jî belav dibe
24 sibat, 2020   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristî û Hawîrdorê ya Iraqê îro ragihand ku yekemîn welatiyê wan bi rêya xwendekarekî Îranê ku piştî belavbûna vîrusê li welatê wî hatibû Iraqê, vîrusa Korona girtiye.

Wezaretê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku di encama kontrolkirina tenduristiyê de ku li ser xwendekarekî ku bi eslê xwe ji Îranê ye, hate dîtin ku vîrusa Korona girtiye. Xwedekarên Îranê beriya biryara Şaneya Aloziyê ya Wezaretê ya rawestandina rêwîtiya ji Îranê, ketibû Iraqê.

Wezaretê tekez kir dema tîmên tenduristiyê xwendekar di cihên mayîna wan de kontrol dikirin, nexweşê vîrusê hatiye dîtin û ew rakirine nexweşxaneyê.

Wezareta Tenduristiyê ya Behreynê jî ragihand ku ajokarekî erebeya dibistanekê vîrusa Korona girtiye û destnîşan kir ku dê kontrola tenduristiyê li ser xwendekaran bê kirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Behreynê (Bene), wezaretê diyar kir ku welatiyê Behreynê yê vîrus girtiye, bi rêya Dubey ji Îranê hatiye û ew yekser birine dermankirinê û tedbîrên pêwîst ji kesên bi nexweş re dane û standine, hatine girtin. Her wiha peywendî bi xizm û malbata nexweş re pêk hatine û hatine kontrolkirin. Heta 14 rojan dê bixin bin çavdêriya tenduristî ya taybet bi rewşên ku tê texmînkirin ku yên vîrusê ne.

Wezaretê daxuyand ku dema nexweş gihîştiye balafirgeha Behreynê ya navneteweyî, tu îşaretên vîrusê li ser xuya nekirine, lê belê piştî ku gihîştiye welêt, îşaretên vîrusê hatine dîtin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê îro diyar kir ku hejmara welatiyên Îranê ku ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye, gihîştiye 12 kesan û 74 kes jî nexweş in. Her wiha wezîrê tenduristiyê Seîd Nemikî ragihand ku çavkaniya veguhastina vîrusa Korona ya nû li Îranê, rêwiyekî ji Çînê ye.

(cx)