Li Xezayê şer dijwar e… Netanyahu gefa şerekî berfireh xwar

Seraya El-Quds êrişî nuqteyên Îsraîlê yên nêzî Xezayê kir û di encamê de îsraîleyek birîndar bû. Her wiha serokê hikumeta Îsraîlê gefa şerekî berfireh li dijî komên li Xezayê xwar.

Li Xezayê şer dijwar e… Netanyahu gefa şerekî berfireh xwar
24 sibat, 2020   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku Seraya El-Quds (baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî) îro danê nîvro zêdetirî 14 roket avêtin nuqteyên Îsraîlê yên nêzî Xezayê. Çavkaniyên meydanî ragihand ku muhtemel e avêtina topan ji aliyê Xezayê ve, berdewam be.

Seraya El-Quds gefan li Îsraîlê dixwe. Di heman demê de serokê hikumeta Îsraîlê jî got heke êriş nesekinin dê êrişî komên Filistînê yên li Xezayê bikin. Dezgehên çapemenî yên Îsraîlê diyar kir ku di encama topên ji Xezayê hatine avêtine de, ziyan gihaşt Îsraîlê.

Netanyahu ji dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê re ragihand ku ew şer naxwazin lê divê tevgera Hemas vê yekê baş tê bigihîje ku muhteml e şer derkeve.

Dezgehên çapemenî yên Îsraîlê ji çavkaniyên ewlekariyê re ragihand ku artêşê biryara êrişeke berfireh daye, heke êrişên nû ji Xezayê pêk hatin.

(eh)