'PYD di pêşkêşkirina çareseriyan ji bo aloziya Sûriyê û doza kurdî xwedî roleke pêşeng e'

Hevseroka MSD’ê Emîna Umer îşaret bi rol û mîsyona PYD`ê kir û got "PYD di pêşkêşkirina çareseriyên demokratîk ji bo aloziya Sûriyê û doza kurdî de xwedî roleke pêşeng e."

'PYD di pêşkêşkirina çareseriyan ji bo aloziya Sûriyê û doza kurdî xwedî roleke pêşeng e'
24 sibat, 2020   10:01
QAMIŞLO

Kongreya 8`emîn a PYD`ê ku li bajarokê Rimêlanê bi beşdariya 600 delegeyan bi rê ve diçe, berdewam e.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîna Umer di kongreyê de axivî û lidarxistina kongreyê li delegeyan pîroz kir.

Emîna Umer wiha axivî: "Lidarxistina kongreyê di pêvajoyeke wiha de, îsbata berpirsyariya we di têkoşîn û partiyê de li hemberî gelê we diyar dike. Partiya Yekitiya Demokratîk di pêşkêşkirina çareseriyên demokratîk ên ku xizmeta yekitiya axa Sûriyê û çareserkirina doza  kurdî dike, pêşeng bû."

Emîna wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin, hemû hêzên herêmî û navdewletî destwerdana kar û barên Sûriyê dikin, lewma aloziya Sûriyê hem kûrtir bû û hem jî dirêjtir bû."

Emîna Umer destnîşan kir ku heta niha civaka navdewletî nekarî çareseriyê ji aloziya Sûriyê re bibîne û azara gelên Sûriyê bi dawî bikin, tevî ku dizanin ku şer tenê kuştin, wêrankirin û talanê bi xwe re tîne.

Emîna Umer di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Meclisa Sûriya Demokratîk ji ber projeyeke neteweyî-demokratîk e, nêrînên gelên Sûriyê di avakirina dewleta Sûriyê de esas digire û hewldana avakirina Sûriyeke nenavendî û pirreng dike.

(eh)

ANHA