Îsraîlê li Xeza û Şamê çi kir armanc?

Artêşa Îsraîlê bi balafiran êrişî Xeza û Şamê kir û di encamê de 2 endamên Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê hatin kuştin û hejmarek welatî jî birîndar bûn, tevgerê jî soza bersivdayînê da.

Îsraîlê li Xeza û Şamê çi kir armanc?
24 sibat, 2020   09:33
 XEZA

Nûçegihanê ajansa me ji Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê bersiva êrişa "Seraya El-Quds" ku baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ye, li ser baregehên Îsraîlê da û bi balafiran êrişî bakurê başûrê naverasta Xezayê kir. 

Di demekê de ku êriş li dijî Xezayê têne kirin û di encamê de welatî birîndar bûn, artêşa Îsraîlê îşaret bi bersivdayîna êrişên Tevgera Cîhada Îslamî şaxê Şamê kir û di encama bersivdayînê de 2 endamên Tevgera Cîhada Îslamî kuştin.

Vê sibê artêşa Îsraîlê rê û xetên sereke yên bajar û bajarokên hemberî Xezayê girtin, her wiha fermana rawestandina liv û tevgera trênên nêzî Xezayê da û deriyê ‘Îraz’ ê bi Xezayê re girt.

Duh dezgehên Îsraîlê ragihand ku di encama civîna ewlekariyê ya bi fermandarên artêşê re ku serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu serkêşiya wê kir û li Navenda Desteya Erkanê ya Îsraîlê ya li bajarê Til Evîvê bi rê ve çû, biryar hate dayîn ku bersiva topên ji Xezayê hatin avêtin, bidin.

Duh bi şev Seraya El-Quds ragihand ku wan bersiva êrişên artêşa Îsralê yên duh sibeha ku di encamê de leşkerek li ser sînorê başûrê Xezayê hate kuştin, dane û bi dehan topan êrişî nuqte û qereqolên Îsraîlê yên nêzî Xezayê kirine.

Seraya El-Quds bi daxuyaniyeke kurt ragihand ku ew ê bersiva êrişan bidin.

 (eh)