Li Qamişlo di encama teqîna mayînekê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Li depoya komkirina plastîkan a bajarê Qamişlo, mayînek ku di nava dînamoyekê de hatibû bicihkirin, teqiya û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Qamişlo di encama teqîna mayînekê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
18 sibat, 2020   13:00
QAMIŞLO

Kesên ku jiyana xwe ji dest dane, Farûq Silêman (29) ji gundê Cirnekê yê girêdayî Qamişlo ye û Raîd Nayîf (24) ji şêniyên Til Hemîsê ye. Cenazeyên her du kesan niha li Nexweşxaneya El-Selam a bajar in.

Teqîn li depoya komkirin û jinûveçêkirina plastîkan a li ser rêya Iwêca ya bajarê Qamişlo pêk hat.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn yekser berê xwe dane cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kir. Li gorî encamên destpêkê mayîn di dînamoyekê de hatiye çandin.

(kc)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cd2hGzFeZJo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>