Koçberên Efrînê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir

Koçberên Efrînê yên li Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan di salvegera xwe ya 21’emîn de şermezar kir.

Koçberên Efrînê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir
Koçberên Efrînê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir
Koçberên Efrînê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir
Koçberên Efrînê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir
Koçberên Efrînê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir
Koçberên Efrînê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir
Koçberên Efrînê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir
18 sibat, 2020   13:23
ŞEHBA

Îro bi sedan koçberên Efrînê yên li Kampa Berxwedan bi meşekê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û piştrast kir ku dê di oxira azadiyê de têkoşînê berdewam bikin.

Meşvanan wêneyên rêber Ocalan û pankartên "Projeya neteweya demokratîk ji bilî azadiya rêber Apo bi ser nakeve”, “Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Apo komploya li dijî vîna gel, demokrasî û aştiyê ye" hildan. Her wiha meşvanan cilên li ser wêneyên Ocalan û nivîsên "Bê serok jiyan nabe” hebûn, li xwe kirin.

Meş li kampê tevî dirûşmên şermezarkirina komplo û silavkirina berxwedana rêber Ocalan, pêk hat.

Endamê rêveber ê Tevgera Çand û Hunerê ya Kampa Berxwedan Ferhad Elûş di meşê de axivî û wiha got: "Têkoşîna rêber Apo ya salên borî, hişt ku gel bi tevahî pêkhateyên xwe zêdetir bi felsefeya wî ve bê girêdan û li ser rêça wî bimeşe."

Ferhad Elûş destnîşan kir ku komployê vîna gel a ku di felsefeya rêber Abdullah Ocalan de azadiya xwe dîtiye, hedef girt û wiha domand: "Têkoşîna Ocalan hişt ku dewletên kapîtalîst bi lez komployê pêk bînin. Lê belê bi ser neketin. Ji ber ku gel azadî çêj kiriye, di felsefeyê de rizgariya xwe dîtiye. Ji lew re dê têkoşîna me ya ji bo azadiya rêbertî bidome."

Ji aliyê xwe ve jî endama rêveber a Kongreya Star a Kampa Berxwedan Leyla Îbiş şehîdên ku agir bi canê xwe xistiye, bi bîr anîn û wiha anî ziman: "Şehîdan ku ji bo Rêbertî agir bi canê xwe xistiye, piştrast kir ku hedefên komployê pêk nayên."

Meş bi dirûşmên piştrastkirinê berdewama berxwedan û têkoşîna ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Es08tcHdkpM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>