PYD’ê şehîd Osman Dadalî bi bîr anî

PYD’ê bi daxuyaniyekê salvegera 12’yemîn a şehadeta mamoste Osman Suleyman bi bîr anî û soza şopandina rêça wî heta gihîştina civakeke azad û demokrat da.

PYD’ê şehîd Osman Dadalî bi bîr anî
18 sibat, 2020   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê salvegera 12’emîn a şehadeta mamoste û endamê Meclisa Gel a berê Osman Suleyman (Osman Dadalî) bi bîr anî. Mamoste Osman Dadalî di encama îşkenceya bi destê rejîma Baasê ya 18’ê Sibata 2008’an de, şehîd bûbû.

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:

"Şehîd Osman Suleyman ji bo hevgirtina di navbera pêkhateyên Sûriyê de bi Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmenên wê, têkoşiya. Dostê tevahî kesên xwe lê digirt, bû. Ji lew re bûbû sembola civakê ya navdar di Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di hilbijartinên qanûnsaziya 1990’î de bû endamê Meclisa Gel a Sûriyê. Bi wê re jî şansê tevger û têkiliyan li tevahî Sûriyê ji perava Sûriyê heta başûrê wê ji Dera û Siwêdayê, wergirt.

Şehîd Osman Suleyman di destpêka damezirandina PYD’ê de roleke aktîf lîst. Ji bo xebata yekitiya civaka nîştimanî kar dikir û vê jî derbe li şovenîstiyê dixist. Bi wê re jî hat hedefgirtin û li dijî wî tevahî fişar hatin ferzkirin.

Gelek caran îşkence lê hat kirin, ya dawiyê jî di 27.02.2007’an de ji hêla şaxê ewlehiya siyasî ya bajarê Helebê hat girtin. Piştre di encama îşkenceyê de şehîd bû.”

PYD’ê di dawiyê de soza şopandina rêça şehîd Osman Suleyman heta pêkanîna hedefên wî yên avakirina civakeke azad û demokrat da.

(fr)

ANHA