Şevê din zêdetirî 100 topên li gundewarê Minbicê ketin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev gundên rojavayê Minbicê bi zêdetirî 100 topan kirin hedef. Di encamê de jinek şehîd ket û 6 kes birîndar bûn di nav de 5 leşkerên rejîma Sûriyê hebûn.

17 sibat, 2020   15:01
MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev gundên rojavayê gundewarê El-Dendeniye, El-Farat, Um Adese, Ewseclî, Um Celûd, Eseliye û Seyade bi zêdetirî 100 top û moşekan kirin hedef. Tevî ku çekên ji cureya navîn wan gundan gulebarandin. Jêderên wê jî gundê Yaşlî bû ya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kiriye. 

Di encama wan êrişan de jinek ji gundê Dendeniye bi navê Ewaş Adnan El-Elî şehîd ket û welatiyekî din dema ji gund ber bi bajêr ve direvî bi sivikî birîndar bû. Di encama hedefgirtina nuqteyên rejîma Sûriyê li ser rêya navneteweyî Minbic-Bab de  5 leşkerên hêzên rejîma Sûriyê  birînda bûn.

Bi dehan malên  sivîlan û zeviyan bi dijwarî hatin topbarandin. Di encamê de zirarên mezin bi milkên şêniyan çêbûn. 3 top li sûrê derve yê mizgefta gundê Um Adese ketin. Topek din jî li jorê sûrê, û yek din li banê mizgeftê ket. Ji ber wê wêraniyek mezin bi mizgeftê çêbû.

Kamereya ajansa me encamên topbaranê û zirarên li gundên rojavayê gundewarê Minbicê çêbûye şopand. Şêniyek gundê Um Adese got topbaran binpêkirinek hovane li dijî cihên pîroz e.

Şêniyê bi navê Xalid El-Sefî got, ji destpêka topbaranê ve û heta dawiyê ji gund derneket û teqez kir ku gund û dora gund bi deh topan hate hedefgirtin.

Xalid destnîşan kir ku mizgefta gund û malên sivîlan hatin hedefkirin, ji ber wê şênî neçar man derkevin.

Xalid sûcên artêşa Tirk a dagirker bi navê ol şermezar kirin û got: "Erdogan, ma guneha zarokan çi ye ka ji min re bêje? Ev kiryar kirêt in. Artêşa Tirk a dagirker armanc dike şêniyan koçber bike da ku bi hêsanî axa Sûriyê dagir bike."

Ji ber topbaranê şêniyên wan herêman ji warên xwe koçer bûn,

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dhk-jIX6Y8c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>