Cenazeyê şehîd Hisên û Ehmed li Hesekê hatin veşartin

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyên şehîd Ehmed Mensûr û Hisên Îd bi merasîmekî girseyî li goristana Şehîd Dijwar  hatin veşartin.

Cenazeyê şehîd Hisên û Ehmed li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê şehîd Hisên û Ehmed li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê şehîd Hisên û Ehmed li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê şehîd Hisên û Ehmed li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê şehîd Hisên û Ehmed li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê şehîd Hisên û Ehmed li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê şehîd Hisên û Ehmed li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê şehîd Hisên û Ehmed li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê şehîd Hisên û Ehmed li Hesekê hatin veşartin
17 sibat, 2020   15:12
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hisên Elî Îd û şervanê QSD‘Ehmed Mensûr (Şahoz Hesekê)  yên ku dema erka xwe bi cih dianîn şehîd bibûn bi merasîmekî girseyî spartin axê. Şêniyan cenazeyên şehîdan ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmekî leşkerî ji aliyê şervanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate lidarxistin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Îbrahîm Hisên axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Bi navê hêzên leşkerî yên bajarê Hesekê fermandar Şiyar Hesekê, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, şehîdan ji bo jiyaneke hevbeş canê xwe feda kirine û bûne sembolê aştî û biratiyê. Şiyar anî ziman ku bi fedekariyê şehîdan wê serkeftin para gelên herêmê be.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên herdu şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Girse cenazeyê şehîdan di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LQr9Q-3I8BA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>