Şêniyên Efrînê şehîdekî xwe spartin axê

Bi sedan welatiyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê YPG‘ê Ehmed Kedro yê ku dema erka xwe bi cih dianî di encama nexweşiyê de şehîd bû, li Goristana Şehîdan a navçeya Ehrisê spartin axê.

Şêniyên Efrînê şehîdekî xwe spartin axê
Şêniyên Efrînê şehîdekî xwe spartin axê
Şêniyên Efrînê şehîdekî xwe spartin axê
Şêniyên Efrînê şehîdekî xwe spartin axê
Şêniyên Efrînê şehîdekî xwe spartin axê
Şêniyên Efrînê şehîdekî xwe spartin axê
Şêniyên Efrînê şehîdekî xwe spartin axê
17 sibat, 2020   14:26
ŞEHBA

Şervanê YPG‘ê Ehmed Kedro (Diyar Efrînê) 13‘ê Sibatê li Helebê dema erka xwe bi cih dianî di encama nexweşiyê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şehîd Diyar Efrînê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a navçeya Ehrisê ya kantona Şehbayê spartin axê.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan destpê kir. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Receb Mustefa axivî, ji malbata şehîd Diyar re sersaxî xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Hevseroka Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî û got: "Em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em îro şervanekî din ji şervanên azadiyê oxir dikin."

Şîraz bal kişand ser girêdana gelê Efrînê bi axa xwe ve û got, tevî êrişên dijwar xeta berxwedanê ya şêniyên Efrînê berdewam e.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zeyneb Ebdo nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd Diyar Efrîn di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA