Li Helebê ji bo şehîd Şoreş Amanos merasîmek hat lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Şoreş Amanos ê ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûye, merasîmek li dar xist.

Li Helebê ji bo şehîd Şoreş Amanos merasîmek hat lidarxistin
Li Helebê ji bo şehîd Şoreş Amanos merasîmek hat lidarxistin
Li Helebê ji bo şehîd Şoreş Amanos merasîmek hat lidarxistin
Li Helebê ji bo şehîd Şoreş Amanos merasîmek hat lidarxistin
Li Helebê ji bo şehîd Şoreş Amanos merasîmek hat lidarxistin
Li Helebê ji bo şehîd Şoreş Amanos merasîmek hat lidarxistin
Li Helebê ji bo şehîd Şoreş Amanos merasîmek hat lidarxistin
17 sibat, 2020   14:12
HELEB

Bi sedan şêniyên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî merasîma şehîd Mehmûd Hec Hemo (Şoreş Amanos) bûn ku li qada şehîdan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd hatiye li darxistin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Omer Çîçek sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Bi saya fedekariyên şehîdan, em niha azad dijîn."

Dotmama şehîd Şoreş, Evîn Hec Hemo jî wiha axivî: "Em bi şehîdê duyemîn ê malbatê di şoreşa Rojava de serbilind in. Şehîd Şoreş zarokê tekane yê malbatê bû, xwedî vîneke azad bû û bi tevlêbûna xwe ji HPG`ê re rêya hevrêyên xwe yên şehîd şopand û şehîd bû."

Beşdaran soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî dan.

Piştî axaftina bi dawî bûn, dayika şehîd Alan, Remziye Salih û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan helbest gotin. Piştre mamoste Zekiye Mustafa wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

(cx)

ANHA