‘Ocalan girtîgeha Îmralî veguherand dibistaneke dîrokî ji bo zanistê ‘

Weqfeya Jinên Rewşenbîr û Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku Rêber Ocalan zindana Îmralî veguherand dibistaneke dîrokî ji bo zanistê û pêşkêşkirina çareseriyan, ne tenê ji bo gelê Kurd, lê belê ji bo hemû mirovahiyê.

‘Ocalan girtîgeha Îmralî veguherand dibistaneke dîrokî ji bo zanistê ‘
16 sibat, 2020   14:28
QAMIŞLO

Weqfeya Jinên Rewşenbîr û Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê, li pêşiya navenda Komîteya Wêjeyê ya li kolana Munîr Hebîb a bajarê Qamişlo daxuyaniyek bi boneya salvegera 21`an a komploya navneteweyî  ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan da.

Endamên Desteya Çandê a Herêma Cizîrê û Rêxistina Sara ya tundiya dijî jinê amide bûn. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Weqfaya  Jinên Rewşenbîr Ahîn Mihemed bi zimanê Kurdî û endama komîteya Wêjeyê Narîman Evdikê bi zimanê Erebî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Vaye komploya navneteweyî ya ku ramanê azad û felsefeya rizgariyê di şexsê rêber Apo de hedef girt derbasî sala 21`an dibe.  Di rewşeke  îro tê jiyankirin ku mirovahî di nav alozî û pirsgirêkan de fetisî ye, di encama kiryarên kapîtalîzmê beramberî gelan ku li pey xwe bi milyonan mirov di rewşa  hejarî û koçberiyê de hiştine û bi milyonan têne kuştin û xweza tê xerakirin.

Komplo hêz û îradeya gelê Kurd ê azadîxwaz hedef girt. Di vê komployê de gelek hêzan cih girtin û navendên saloxgeriya cîhanî tê de beşdar bûn ji bo ku  Rêber Apo teslîmî dewleta Tirk bikin.

Lê belê Rêber Apo zindana Îmraliyê veguherand dibistaneke dîrokî ji bo zanist û pêşkêşkirina çareseriyan, ne tenê ji bo gelê Kurd, lê belê ji bo hemû mirovahiyê.

Di deh parêznameyan de çareserî ji bo arîşeyên mirovahî, xwezayî û azadiya jinê re pêşkêş kir .

Îro ev komplo li ser serok û gelê me berdewam e; çi li Bakur an Rojava yan li kîjan devera cîhanê be ji hêla dijminekî hov ku şerê doza kurd dike heta ku li Afrîka be. Lê komplo ne giha armancê xwe, ji ber berxwedana serok Apo  û gelên  Kurd yên azadîxwaz ku li ser felsefeya azadî û demokrasiyê xwe rêxistin kirin û li hember çeteyên Erdogan û hêzên dagirker li ber xwe dan .

Em jinên rewşenbîr li herêma Cizîrê di salvegera vê komploya reş de soz didin serokê xwe yê ku em kir xwedî hêz, ku em berxwedanê bilind bikin heta em serokê xwe rizgar bikin."

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JXOkKfcfJmo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>