Hindistan, destwerdana Tirkiyê li kar û barên hundirîn red kir

Wezareta Karên Derve ya Hindistanê bang li dewleta Tirkiyê kir ku dest wernede kar û barên hundirîn û piştrast kir ku tevahî daxuyaniyên ji aliyê dewleta Tirkiyê de der barê Kashmirê de red dikin.

Hindistan, destwerdana Tirkiyê li kar û barên hundirîn red kir
15 sibat, 2020   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Hindistanê Ravish Kumar wiha got: "Hindistan, tevahî îşaretên bi wîlayetên Jammu û Kashmirê tên kirin, red dike ku parçeyek ji Hindistanê qut nabe. Her wiha bang li rêveberiya dewleta Tirk dike ku dest wernede kar û barên hundirîn a Hindistanê û divê nirxanedineke baş ji rewşê re bê kirin, jê jî gefa terorîstê ya mezin a ji Pakistanê bi hedefa Hindistan û herêmê ve tê."

Daxuyaniyên Kumar piştî ku serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan di serdana Pakistanê de soza berdewama piştevaniyê der barê nakokiya li ser herêma Kashmir daye, pêk hatin.

(fr)