Rêveberiya Minbicê dest bi danîna konan li kampa koçberên Idlibê kir

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarê wê dest bi danîna konan li kampa Cedîet El-Himir a taybet bi koçberên ji Idlibê kir.

Rêveberiya Minbicê dest bi danîna konan li kampa koçberên Idlibê kir
Rêveberiya Minbicê dest bi danîna konan li kampa koçberên Idlibê kir
Rêveberiya Minbicê dest bi danîna konan li kampa koçberên Idlibê kir
Rêveberiya Minbicê dest bi danîna konan li kampa koçberên Idlibê kir
Rêveberiya Minbicê dest bi danîna konan li kampa koçberên Idlibê kir
Rêveberiya Minbicê dest bi danîna konan li kampa koçberên Idlibê kir
13 sibat, 2020   17:09
MINBIC

Rêveberiya Sivîl  a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarê wê piştî berf hiliya dest bi danîna konan li kampa Cedîdet El-Himir a taybet bi koçberên ji bajarê Idlibê kir.

Xebatên amadekariyên kampê 27‘ê Çileyê li gundê Cedîdet El-Himir ê 26 km dikeve rojavayê bajarê Minbic dest pê kir. Firehiya kampê de 10 hektar e.

Ji ber berfê û rewşa hewayî ya sar xebatên temamkirina kampê li gorî hatibû plankirin dereng ma, lê îro dîsa berdewam kir.

Li gorî daxuyaniyên berê yê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo, kampa taybet a koçberên ji Idlibê dê 16‘ê vê mehê ji bo pêşwazîkirina koçberan hazir be.

Hêjaya bi bîrxistinê ku 135 malbatên idlibî derbasî bajarê Minbicê bûne û li kampên rojhilat û rojavayê bajêr, bajarokê Erîma û gundên girêdayî wê belav dibin. Hejmara koçberên ji bajarê Idlibê ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve zêde dibe.

Fermandariya Giştî ya QSD‘ê ji bo koçberên Idlibê daxuyanî dabû û ragihand ku deriyê wan li pêşiya koçberên ji Idlibê vekirî ye.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Q62VBAA_hE0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>