Rêveberiya Xweser bi William Robak re rûnişt

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser bi nûnerê Amerîkayê William Robak re hevdîtinek pêk anî û pêşketinên dawîn ên siyasî û aborî li herêmê nîqaş kirin.

Rêveberiya Xweser bi William Robak re rûnişt
12 sibat, 2020   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balyoz û şandeyê fermî yê Amerîkayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê William Robak re hevdîtinek pêk anî.

Pêşketinên dawîn ên siyasî û aborî ên li Sûriye û herêmê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet, mijarên nîqaşê bûn.

William Robak tekez kir ku Amerîka û dewletên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê, dê bi her awayî piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû aliyan de bikin.

(cx)

ANHA