Koalîsyona Navneteweyî: Hêzên me bersiva êrişa kesên nenas da

Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî serheng Myles Cajins tekez kir ku di navbera dewriyeyeke Koalîsyona Navneteweyî û nuqteyeke hêzên alîgirên rejîma Sûriyê de pevçûn derket.

Koalîsyona Navneteweyî: Hêzên me bersiva êrişa kesên nenas da
12 sibat, 2020   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî serheng Myles Cajins wiha got: “Di dema gera dewriyeyeke hêzên koalîsyonê li nêzî bajarê Qamişlo de, di navbera hêzên me û nuqteyeke kontrolê ya girêdayî hêzên alîgirên rejîma Sûriyê de, pevçûn derket.”

Myles diyar kir ku piştî gelek hişyarî û hewldanên kêmkirina rageşiyê, dewriyeya wan rastî êrişa bi çekên biçûk a kesên nenas hat. Ji bo parastina xwe hêzên koalîsyonê bersiva êrişê da.

Serheng Myles Cajins da zanîn ku rageşî niha sekiniye û lêpirsînê dest pê kiriye, her wiha dewriye vegeriya baregeha xwe.

Îro li gundê Xirbet Emo di navbera dewriyeyeke Amerîkayê ji aliyekî ve û endamên El-Dîfa El-Wetenî, hêzên rejîma Sûriyê û şêniyên gund li aliyekî din, pevçûn derketibû. Di encama êrişa li dijî dewriyeyê de endamekî El-Dîfa El-Wetenî hate kuştin û yekî din birîndar bûbû.

)cx)