Gaziyên şer: Dîlgirtina rêber Ocalan, dîlgirtina azadiya hemû gelên bindest e

Saziya Gaziyên Şer a kantona Efrînê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û soza berdewamkirina têkoşînê ta bidawîkirina komployê da.

Gaziyên şer: Dîlgirtina rêber Ocalan, dîlgirtina azadiya hemû gelên bindest e
Gaziyên şer: Dîlgirtina rêber Ocalan, dîlgirtina azadiya hemû gelên bindest e
12 sibat, 2020   13:57
ŞEHBA

Îro bi dehan endamên Saziya Gaziyên Şer û şêniyên Kampa Serdem li qada kampê kom bûn û wêneyên rêber Ocalan û qurbaniyên êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rakirin.

Saziyê du daxuyaniyek bi kurdî û erebî ji raya giştî re parve kir û ji aliyê Gîvara Mehmûd û Şervan Mûrad ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi navê Saziya Gaziyên Şer û bi dirûşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin" em salvegera biêş a 21`emîn a komployê şermezar dikin. Hêzên cîhanî li dijî sembola edalet û aştiyê li hev kir û plana xwe ya paşverû xistin dewreyê. Wan hêzan karîbû rêberê gelên bindest Abdullah Ocalan dîl bigirin û ji zêdetirî 8 salan e xistine bin tecrîdeke giran.

Em bang li mirovahiyê dikin ku erkên xwe yên exlaqî pêk bînin û bi gelên serhildêr re şerê hêzên paşverû bikin. Dîlgirtina rêber Ocalan, dîlgirtina azadiya hemû gelên bindest e.”

Birîndarên şer di daxuyaniya xwe de soza têkoşînê heta gihîştina jiyana birûmet ku rêber Ocalan ji gel re rêya wê nîşan daye û azadkirina Ocalan, da û diyar kir ku ew ji bo vê armancê dijîn û tê dikoşin.

(cx)

ANHA