Oldarek: Erdogan dijminê ola Îslamê ye

Endamê Saziya Karûbarên Olî yê Tebqayê Ednan Ilêwî got: “Erdogan, ola Îslamê ya dilovan ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne, sivîlan qetil dike û gel koçber dike. Erdogan dijminê ola Îslamê ye.”

Oldarek: Erdogan dijminê ola Îslamê ye
11 sibat, 2020   05:35
CTEBQA

Endamê Saziya Karûbarên Olî yê Tebqayê Ednan Ilêwî, diyar kir ku serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan piştgiriya çeteyan dike, da ku şêniyên welatên xwe qetil bikin û pereyan qezenc bikin, paşê çeteyan derbasî Lîbyayê dike û fitwên qetilkirinê derxîne.

Şêx bal kişand ser îdîayên Erdogan û wiha got: “Şêxên dewleta Tirk û şêxên dewleta Sûriyê yên ku di hembêza Erdogan de ne û qetilkirina sivîlên bêguneh helal dikin, li dijî  fermanên Qurana pîroz in. Ji ber ayetên Quranê qetilkirina mirovan heram dikin. Lewma Erdogan dijminê ola Îslamê û mirovahiyê ye.”    

Ilêwî bi sedan şehîdên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi bîr anî û wiha got: “Şêxên Tirkiyê û Sûriyê bi armanca qezenckirina pereyan fitiwe derxistin, wîjdan  û ola xwe firotin. Êdî siyasetên Erdogan û berjewendiyên li ser xaka Sûriyê û Lîbyayê eşkere bûne. Lewma em ji çeteyên Sûrî yên debasî xaka Sûriyê bûne û çûne Lîbyayê re wiha dibêjin, Erdogan hûn bi dolaran kirîne. Hinek qaşo şêx an jî kesên ku navê "Opozîsyon" li xwe dikin, Erdogan wekî serokê ola Îslama cîhanê dibinin. Lewma çavên xwe ji qetilkirina zarokan, revandina jinan û koçberkirina civakê re digirin. Em dibêjin, şêx û oposîzyon rastiya Erdogan dizanin, lê wan xwe firione.”

Di dawiyê de Ilêwî bang li civaka navdewletî kir ku hesab ji Erdogan û çeteyan bixwazin.

(eh)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nEneAxBfjEE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>