Mele Newaf: Rêbertî digot, rêya tekane ya azadiyê  yekîtiye

Beşîr Mele Newaf ku di salên 90’î de du caran bi Rêber Abdullah Ocalan re runiştiye, got: “Rêbertî digot; ‘di salên 90’î de jî dewleta Tirk  piştgiriya hin partiyên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê dikir û nakokî di navbera partiyan de derdixist. Dîrok xwe dubare dike, Osmaniyan jî ji destpêka avakirina dewleta Tirk, li dijî Kurdan heman siyaset didan meşandin. Rêya azadiyê yekîtiye’.”

Mele Newaf: Rêbertî digot, rêya tekane ya azadiyê  yekîtiye
11 sibat, 2020   06:01
QAMIŞLO-SILAVA ABDULREHMAN-BASIL REŞÎD

Di 20 salên ku Rêber Abdullah Ocalan li herêmê ma de, bi gelek şêniyên li herêmê re civiya. Yek ji van kesan jî rewşenbîr Beşîr  Mele Newaf e. Newaf di 15’ê  Tebaxa 1992’an de li parêzgeha Bîqa ya Lubanê bi Rêbertî re hevdîtin çêkiriye.

Beşîr Mele Newaf têkildarî hevdîtina bi  Rêbertî re wiha axivî: “Dema em bi Rêbertî re civiyan, Rêbertî bal dikişand ser giringiya yekîtiya gelê Kurd. Giringiya yekîtiyê li dijî dijmin û ji bo çareserkirina nakokiyên Kurdan. Rêbertî digot ku yekîtî rêya azadiyê ye.”

Mele Newaf diyar kir ku ew cara duwem di sala 1996`an de li bajarê Helebê bi Rêbertî re civiya ye. Newaf got: “Di wê demê de dewleta Tirk  piştgiriya hin partiyên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê dikir û nakokî di navbera partiyan de derdixist. Rêbertî bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk û wiha got; ‘Dîrok xwe dubare dike, Osmaniyan jî ji destpêka avakirina dewleta Tirk ve, li dijî Kurdan heman siyaset didan meşandin’. Rêbertî bal dikişand ser girîngiya yekîtiya gelê Kurd. Piştgirî dida wan tevgerên şoreşgerî ku nebine lîstokên dijmin. Rêbertî digot; ‘eger tevger ne tevgereke gelerî be dê nikaribe li dijî dijmin bisekine’. Isara Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya ji têkoşînê re encamên siyaseta durist a Rêber Ocalan e.”

Mele bal kişand ser girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê û got: “Doza Kurd dê bi kongreya netewî çareser bibe. Kongre dê li hember êrîşên li ser Kurdan bibe asteng.”

Beşîr Mele Newaf amaje bi yekîtiya civakê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêberê Gelê Kurd domdar digot, ‘hêza civakê di hêza rêxistinkirina civakê de ye’.”

(eh)

ANHA