Li Şêxmeqsûdê welatiyek kuştî hat dîtin

Vê sibehê şêniyên taxa Şêxmeqsûd welatiyê bi navê Nasir Receb Mihemed li pêş mala wî ya li aliyê rojhilatê taxê, kuştî dît.

Li Şêxmeqsûdê welatiyek kuştî hat dîtin
Li Şêxmeqsûdê welatiyek kuştî hat dîtin
Li Şêxmeqsûdê welatiyek kuştî hat dîtin
10 sibat, 2020   11:31
HELEB

Vê sibehê şêniyên aliyê rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê, welatiyê bi navê Nasir Receb Mihemed li pêşiya mala wî kuştî dît.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser berê xwe da cihê bûyerê û lêpirsîn da destpêkirin. Her wiha cenazeyê Nasir Mihemed bi fermana dozgeriyê veguhastin Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir da ku bijîşkên tiba edlî keşf bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Nasir Receb Mihemed ku sala 1983`yan ji dayik bûye, zewicî ye û bavê 5 zarokan e. Mihemed ji gundê Qoşo yê girêdayî navçeya Bilbilê ya herêma Efrînê ye.

(cx)

ANHA