Weqfa Newroz li Beyrûtê panelek lidar xist

Duh Weqfa Newroz a Çandî  û Civakî li Beyrûtê der barê têgeha azdiyê û pênaseya têgeha azadiya jinê panelek lidar xist.

Weqfa Newroz li Beyrûtê panelek lidar xist
Weqfa Newroz li Beyrûtê panelek lidar xist
Weqfa Newroz li Beyrûtê panelek lidar xist
10 sibat, 2020   06:15
BEYRÛT

Duh Weqfa Newroz a Çandî  û Civakî li Beyrûtê derbarê têgeha azdiyê û pênaseya têgeha azadiya jinê panelek lidar xist. Panel li Navenda Weqfa Newroz a Çandî-Civakî ya li Beyrûtê û bi beşdariya bi dehan ciwanên Kurdistanî yên li Lubanê hat lidarxistin. Panel ji aliyê Gerînendeya Giştî ya Komeleya Jinên Xêrxwaz ên Filistînê Suad Diyab Abdulrehmen ve hate dayîn.

Suad di destpêka axaftina de bal kişand ser têgeha azadiya jinê û got: “Têgeha azadiya jinê tê wateya hemû faktorên girêdayî  beden, rih û bijardeyên jinan, anku wekî hilbijartina biryarên guncaw, awayê jiyanê, di vê cîhanê de armanc û xwestekên xwe diyar bike, berpirsa bertekên xwe, anku azad be û pîvanên axlaqî û nirxên mirovahiyê di  ber çavan re derbas bike. Her wiha azadiya jinan bingeh ji ber ticudabûn di navbera jin û mêr de tüneye. Bêguman ku azadî mafek ji mafên jinan e û divê qezenc bike. Li ser vî esasî kesên li dîroka têgeha azadiyê û vegirêdana têgehê bi jiyana jinê dê rastiya çewtiyan bibîne, ji ber jin di gelek şaristaniyan de bi zilmê re rû bi rû maye.”  

Suad di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bindestiya jinan rewşeke ku nayê pejirandin e. Azadiya jinê xwedan nirxê e û heke ji dest çû, dê bi hemû hêza xwe li ber xwe bide û qezenc  bike.”

 Di dawiyê de panel bi diyalog û gotobêjên di derbarê mijarê de bi dawî bû.

(eh)

ANHA