‘Hêviya me heye ku em ê vegerin warên xwe’

Şêniyên herêma Serêkaniyê yên ku neçar man ji ber zilm û dagirkeriya dewleta Tirk ji warê xwe koçber bibin gotin: “Tevî hemû zehmetiyan em ê li berxwebidin. Hêviya me heye ku emê li warê xwe vegerin.”

‘Hêviya me heye ku em ê vegerin warên xwe’
‘Hêviya me heye ku em ê vegerin warên xwe’
‘Hêviya me heye ku em ê vegerin warên xwe’
‘Hêviya me heye ku em ê vegerin warên xwe’
‘Hêviya me heye ku em ê vegerin warên xwe’
10 sibat, 2020   06:29
HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Wetenî ya Sûrî" li Serêkaniyê û Girê Spî kiryarên dijmirvoî pêk tînin û hewl didin ku demografiya herêmê biguherînin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê piştî herêm dagirkirin, bi îdîaya herêm ewle ye, bang li şêniyan kirin ku li warên xwe vegerin. Lê piraniya şêniyan baweriya xwe bi vê îdîayê neanîn.

Artêşa Tirk hewl dide ku herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.

Bi sedhezaran şêniyên herêmên dagirkirî yên neçar man ji ber zilm û dagirkeriya Tirk koçber bibin, bi hêvîne ku vegerin warên xwe. Ji bo vê jî bi awayek ısrar berxwedana xwe didomînin.

Xidir Mihmed Ehmed koçberekî ji gundê Til Mihemed ê herêma Serêkaniyê ye. Ehmed bi 8 kufletên xwe re li kampa Waşûkanî dimîne. Ehmed got: “Em ji ber êrişên artêşa Tirk ji malên xwe derketin, ji ber ku bi çekên giran li sivîlan dixistin.”

Ehmed bal kişand ser armanca artêşa Tirk û wiha axivî: “Dewleta Tirk bi îdîaya "herêma ewle" êrişî herêmê kir, lê di rastiyê de armanc mal û milk dizîn, bû.

Ji ber êrişên artêşa Tirk ku hîn jî berdewam in, zêdetirî 300 hezar sîvîl koçberbûn. Ehmed got: “Dewleta Tirk bi armanca guhartina demografiya herêmê û bicihkirina malbatên çeteyên biyanî, em ji malên me derxistin.”

Ehmed îşaret bi berxwedanê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevî zor û zehmetiyan em ê li ber xwe bidin.”

Koçbera bi navê Helîma Ezo ya ji gundê Derbo ya navçeya Til Temirê wiha anî ziman: “Tevî zor û zehmetiyên li kampê, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin, çeteyan derxînin û li malên xwe vegerin.”

Sebha Elî Hemadî koçberek ji gundê Elok e û niha li kampa Waşûkanî dimîne. Sebîha wiha anî ziman: “Armanca dewleta Tirk dizî, talanî, guhartina demografiya herêmê û bicihkirina biyaniyan e. Tevî kiryarên çeteyan, em hêvî dikin ku dê çete werin derxistin û em ê jî li malên xwe vegerin.”

Rêxistinên navdewletî bi ajandeyên derve û planên siyasî ve girêdayî ne, lewma alîkariya koçeran nakin û tenê Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd kar û xizmetê dikin.

(eh)

ANHA