Duh li Şedadê diz û bazirganên çekan hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Şedadê ya kantona Hesekê duh du dizên malan û bazirganên çekan, girtin.

Duh li Şedadê diz û bazirganên çekan hatin girtin
10 sibat, 2020   06:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Di vê der barê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê hat gotin hêzên Ewlekariya Hundrîn di 9`ê Sibatê de komeke ku diziya milkên şêniyan dikir, girt.

Endamên Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya girêdayî hêzên Ewlekariya Hundrîn li bajarokê Şedadê piştî xebatên lêpirsîn û lêgerînê, bazirganeke çekan, girt. Endamê Têkoşîna li dijî Sûcên birêxistinkirî destnîşan kir ku di dema lêpirsînê de sûcdar li xwe mikur hat û endamên komê yên ku alavên kehrebeyê ji malên şêniyan dizîne eşkere kirin. Di serde girtina malên wan de, miqdarek çek û alavên hatine dizîne, hatin desteserkiirn.

Li gorî hat diyarkirin ku ew sûcdar ji komîteya dozgeriyê re hatin veguhestin da ku li gorî qanûnê ceza li wan were birîn.‘‘

(şx)

ANHA