Li benda vegera li mala xwe ye

Rêwîtiya koçberiyê ji Serêkaniyê dest pê kir û ew gihand bajarê Minbicê. Ya ku barê wê giran dike, hevser û zarokên wê yên astengdar in. Mîna bi hezaran şêniyan li bendê ye vegere warê xwe, helbet piştî ku dagirkerî jê derkeve.

Li benda vegera li mala xwe ye
13 sibat, 2020   10:27
MINBIC –SELWA EBDULREHMAN

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şênî ji warên xwe ber bi herêmên ewle ve koçber bûn.

Ji ber êrişa Tirkiyê ya domdar li dijî bakurê Sûriyê, piştî ku Tirkiyê û çeteyên wê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, şêniyên wan herêman dan koçberkirin. Hejmara malbatên ku ji Serêkaniyê û Girê Spî ber bi bajarê Minbicê ve koçber bûne gihaşt 380 malbatan.

Ji wan malbatan, malbata Meha Ehmed Mirî (48) ya ji bajarê Serêkaniyê, dayika 3 keçan û kurekî ye.

Tişta ku barê Meha giran dike, nexweşiya hevser û zarokên wê ye. Li gorî bijîşkan sedema nexweşiyan genetîk e. Kurê Meha Mihemed ji çavên xwe astengdar e û di 3 saliya xwe de kor bûye. Keça wê Hemîde (22) ji jidayikbûnê ve bi nexweşiya mejûtevn ketiye û Emîne (20) tenê bi gurçikekê ye.

Keça wê ya biçûk (9) di mêjiya xwe de astendar e û hevserê wê Hisên El-Ehmed (60) ji lingê xwe astendar e û nikare bimeşe.

Malbat li gundê Til Helef yê girêdayî bajarê Serêkaniyê dima. Debara xwe bi çandiniyê û sewalkariyê peyda dikir. Lê piştî ku gund hate dagirkirin, bê debar ma.

Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tişta ku ji zarokên xwe re ava kiriye, hilweşî. Ji ber topbaranê Meha û zarokên xwe ji komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xilas kirin.

Meha dibêje: "Li gorî hinek xizmên me artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku mala min talan kir,  agir pê xist û her tişt şewitand.  Zeviyên min desteser kirine.”

Meha û zarokên wê bi hewcedariya alîkariyê ne û mîna bi hezaran koçberan li bendê ye ku vegere mala xwe.

(şx)

ANHA