Komîteya Tenduristiyê li Reqayê palansaziya îsal diyar kir

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo pêşxistina rewşa tenduristiyê gelek xizmetên tenduristiyê pêşkêş kirin û niha plansaziya îsal danîne.

Komîteya Tenduristiyê li Reqayê palansaziya îsal diyar kir
8 sibat, 2020   07:04
REQA-EHMED MISTEFA

Komîteya tenduristiyê dê gelek navendên tenduristiyê vekin, ji van navendan;vekirina nexweşxaneya wetenî, li gundewaran û bajêr dê navendan vekin û alîkariya şêniyan bikin.

Ji erkên dane pêşberî komîteyê, serpereştiya navendên tenduristiyê yên li Reqayê û gundewarên wê bikin, anku serpereştiya dermanan. Serpereştiya sendîkeya dermanxaneyan, ruxsetan, komeleyan û karê şopdariyê bikin.

Tevî par derfet kêm bûn, lê dîsa jî  Meclisa Sivîl a Reqayê qada tenduristiyê pêşxist.

Isbata vê yekê jî vekirina nexweşxaneya Wetenî ya li Reqayê bû, hem welatî ji zehmetiya rêwîtiyê xelas bûn û hem jî lêçûn sivik bû.

Di mehê de nexweşxaneya Wetenî zêdetirî 60 hezar nexweşan pêşwazî dike. Li ser vî esasî di salekê de serjimaniya taybet bi emeliyên giran gihaştiye hezar û 286 emeliyatan û serjimariya emeliyên sivik jî gihaşt 3 hezar û 161 emeliyan.

Li nexweşxaneyê hem beşa hundirîn û ya şewatan hebye, hem jî rewşên awarte, destwerdanên bingehîn, danîna gurçikan û neşteriyê heye.Beşa danîna gurçikan mehane 970 rewşên şûştina gurçikan pêşwazî dike.

Komîteya tenduristiyê bi hevkariya rêxistinên navdewletî derman dan navendên tenduristiyê ji bo leşmaniya, pêngavên aşlekirinê dan dest pê kirin û 54 hezar melên Reqayê û gundewarên geriyan. Li ser vî esasî hejmara kesên bi nexweşiya laşmaniyayê ketibûn 8 hezar nexweş bûn û piştî gorên komî yên bermahiyên çeteyan li bajêr genî bûn. Hîn zêdetir nexweşî berbelav bû.Di milekî dîtir de ji ber ava genî jî nexweşî berbelav bûn.

PLANSAZIYA 2020`AN

Têkildarî proje û plansaziyên 2020`an serokê Karûbarên Rêveberiya Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ciwan El-Zexîra wiha anî ziman:  “Tevî derfetên kêm komîte dê beşên gurçikan û navenda dana xwînê berfireh bikin. Her wiha beşa dil, qestera dil, Eşia û MRI jî dê berfireh bike.”

Di milekî dîtir de dê nexweşxaneya taybet bi zarokan were amadekirin, dest bi pêngavên aşlekirinê bikin, anku aşlekirina li dijî felçbûna zarokan, laşmaniya û îltîhaba kezebê.

Meclisa Sivîl a Reqayê wiha destnîşan kir: “Tevî derfetên kêm lê me gelek projeyên pêşxistina rewşa tenduristiyê danîne pêşiya xwe, da ku alîkariya sivîlan bikin.”

Tê zanîn ku dema çeteyên DAIŞ`ê bajêr serwerkiribûn, qada tenduristiyê gelekî paş ket û di encamê de alavên navendan hatin dizîtin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/h9Abtd8bQR0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>