Li kampa Waşûkanî projeyên hilberînê

Koçberên kampa Waşûkanî ji bo ku debara xwe bikin projeyên hilberînê çêdikin.

Li kampa Waşûkanî projeyên hilberînê
Li kampa Waşûkanî projeyên hilberînê
Li kampa Waşûkanî projeyên hilberînê
Li kampa Waşûkanî projeyên hilberînê
8 sibat, 2020   06:14
HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi sed hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî koçberbûn. Rêveberiya Xweser ji bo pêşwezîkirina koçberan gelek navend vekirin. Yek ji vana jî kampa Waşûkanî ye. Koçberên kampa Waşûkanî bi projeyên biçûk hewldidin ku derbara xwe dikin.

Yek ji van koçberan jî Salim El-Kurdawî yê ji gundê Derdarê yê navçeya Til Temrê ye û niha tevî her 5 kufletên xwe li kampa Waşokanî dimînin.

Salim ji bo ku bikare bi xwe debara zarokê xwe destbi çandiniya zebzeyan kiriye.

Salim di derbarê armanca çandiniya ku daye destpêkirin de got ku, “Ji bo ku ez bikarim debara xwe û zarokên xwe bikim, her wiha pêwîstiyên koçberên li kampê dimînin dabîn bikim, min rêçeke zebzeyan li kampê danî. Lewma ev kar hem sûdê li koçberên li kampê dike ji bo neçin derveyî kampê û hem ji bo min baş e.”

Salim got ku ew zebzeyan bi buhayekî erzan difiroşe û sedema wê jî wuha vegot: “Rewşa me hemûyan jî hema hema wekî hev e. Rewşa debarê zehmet e. Lewma ez zebzeyan bi nirxekî kêm difiroşim. Her kes dixwaze di zûtirîn dem de li malên xwe vegerin. Lê dîsa jî em ê heta rizgarkirina warê xwe ji artêşa Tirk û çeteyên wê, li ber xwe bidin.”

Welatiyê bi navê Xelîl Mihmed ku ji koçberên Serêkaniyê ye axivî û wiha rewşa xwe vegot: “Her 11 kufletên xwe li kampa Waşûkanî dimînin. Kesên navên "Artêşa Wetenî ya Sûrî" li xwe dikin, mal û milkên me dizîn.”

Xelîl Mihmed ji pariyê nanê xwe rêçeke piçûk a kel û pelan daniye û bi nirxekî kêm difiroşe.

Xelîl Mihmed wekî bi hezaran koçberan hêvî dike ku demek zutir veger mala xwe.

Mihemed got: “Lê heke artêşa Tirk û çeteyên wê li bajarên me bin û civaka navdewletî garantiya vegera li malê nedin, em venagerin warên xwe. Lewma em banga derxistina çeteyan dikin.”

Rêxistinên navdewletî ji ber bi ajandeyên navdewletî ve girêdayî, alîkariya koçberan nakin û tenê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Heva Sor a Kurdî bi barên koçberan radibin.

Ji Cotmeha derbasbûyî ve dewleta Tirk û çeteyên xwe êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, ji ber vê yekê derdora 300 hezar sivîlên herêmê koçber bûne.

(eh)

ANHA  

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/77-qaAWzwzY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>