​​​​​​​Sûka kevn a Dêrikê şahidê dîrok û kevneşopiya herêmê ye

Sûka kevn a Dêrikê yek ji sembolên kevneşopî yên herêmê ye ku şahidê dîroka herêmê dike. Di nava şêniyên Dêrikê de cihekî taybet yê vê sûkê heye.

8 sibat, 2020   06:02
QAMIŞLO – NEJBÎR OSMAN- ÎSAM ABDULLAH

Sûka gel a Dêrikê yek ji kevintirîn sûkên bazirganiyê yên li herêmê ye. Dîroka vê sûkê vedigere destpêka sedsala 20‘î, jê 20 dukan tenê mane ku resenbûn û dîkora xwe parastiye.

Tevî pêşketinên li herêmê çêbûne jî lê sûka kevin a Dêrikê cihê xwe di nava şêniyan de parastiye.

Sûka kevin dikeve rojhilatê sûka navçeyê. Berê ji zêdeyî 40 dikanan pêk dihat ku ayidê malbata Miftî bûn. Destpêkê ev dukan mal bûn, piştre kirin ode ku firehiya wan ne zêdeyî 2 meter kabik bûn piştre kirin dukan. Dukan li kolana "Eyn Dîwar" dikevin.

Di van dikanan de alavên kevin û yên nû hene, jê alavên ji bo sewalan wekî zingilên pez, werîs, çenkel, alavên dartiraş, alavên çandiniyê, tefşû, qalûçik, bivir, fanûs û gopal di vê sûkê de peyde dibin.

Di dikanê de refikên text bi awayekî rêxistinî hatine danîn û hemû alav li ser wan hatin rêzkirin.

Ji dikandarên  sûkê Îbrahîm Yûsif Remî yê di 70 saliya xwe de qala dîroka vê sûkê ji me re kir: "Dîroka vê sûkê vedigere zêdeyî 55 salan, destpêkê kiriya dukanê ne zêdeyî 400 lîreyên Sûrî ye. Lê niha ji bo salekê kirê dighêje 60 hezarî."

Remî got: “Sûka hevn sûka bajar û gundên girêdayî herêma Dêrikê bû, hemû pêwîstiyên şêniyan tê de peyda dibin. Alaqeya şêniyan a bi vê sûkê re kêmbûye ji ber ku sûka nû berefirhe bûye, dîsa hewcedariya şêniyan a bi alavên kevn daketiye."

Mihemed Seîd Xelîl dikan ji bavê xwe werse girtiye ku di salên 70 yên sedsla borî de bavê wî kirê kiribû dibêje alaqeya xelkê a bi vê sûkê re kêm bûye ji ber hewcedariya wan a bi alavên kevn kêm bûye.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/m1FbpE0hYv4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>