Şanoya pêlîstikan pirsigrêkên civakê raxistin pêş çavan

Şanoya pêlîstikan yek ji cûreyên hunera kevnar e ku li Rojava jî tê pêşandan. Ev cûre şano cara yekem di 3 û 4‘emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê ya li herêma Efrînê de hatin pêşandan.

Şanoya pêlîstikan pirsigrêkên civakê raxistin pêş çavan
Şanoya pêlîstikan pirsigrêkên civakê raxistin pêş çavan
Şanoya pêlîstikan pirsigrêkên civakê raxistin pêş çavan
8 sibat, 2020   05:20
ŞEHBA – CAFER CAFO – XANDÎ ELO

Di şanoya pêlîstikan de lîstikvan di bin maseyê de bi destên xwe pêlîstik tevdigerîne û diaxive, carê bi rengekî komîkî tebqeya dengê xwe diguhere.

Di 3‘yemîm Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê li kantona Efrînê pêşniyar hate kirin ku şanoyên pêlîstikan werin pêşandan. Ev pêşniyar ji aliyê berpirsên mîhrîcanê ve hate erêkirin. Şano wê demê ji aliyê du kesan ve "Rindê û Hindo" dihat pêşandan û dozên civakî hatin veogtin. Ji ber ku di wê demê de diyalogên spontan bû bêyî planek pêşîn ji bo çi dê were axaftin hebe.

Di pêvajoya 4‘emîn de ev huner hate pêşxistin, du kesayetên din "Hozan û Hevrîn" hatin zêdekirin û ji bo pêşandanê test hatin amadekirin.

Mijarên ku di şanoyê de hatin vegotin, pirsgirêkên civakî, baweriya gel bi îdiayên dijmin û şerê taybet ku li ser xelkên kantona Şehbayê têne meşandin. Her wiha rexne û xwerexnekirin hatin şîrovekirin, dîsa jî pirsigrêkên di nava meclis û komînan de bi rengekî komîk hatin veogtin.

Nivîskara testên diyalogan a şanoya pêlîstîkan di Mîhrîcana Mîtan de Şirîn Reşîd behsa tecrûbeya xwe ya yekem di vî warî de kir û got: "Hizra pêşandana şanoya pêlîstikan di Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê ya 3‘yemîn de derket. Destpêkê şano ji du kesan pêk dihat, ku dozên civakî bi awayekî spontan pêşkêş kirin bêyî ku amadekirî jê re hatibane kirin."

Şirîn got: "Di mîhrîcana 4‘emîn de jî ev pêşniyar hebû, min xwest kedekê di vê mîhrîcanê de bidim, dema ku testa yekem nîvisnad ez kêfxweş bû ku serkeftî bû. Ji ber vê yekê pêşniyar hate kirin ku hemû tesên şanoyê binvisînim. Ji ber ku têkiliyên min bi civakê re fireh in min xwest bi rêya şanoya pêlîstikan pirsgirêk û şaştiyên civakê bidin xuyakirin. Min xwest bi rêya van şanoyan û bi rengekî komîk nameyekê bidim temaşevanan ku şaştî divê were rastkirin.”

Şirîn wiha axaftina bi dawî kir: "Ez ê vê tecrûbeyê li gel pêş bixînin da ku mijarên dîtir bigirim dest. Ez pir kêfxweş im ku rola min pêvajoya berxwedanê de hebû."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lSndAARivq0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>