Jinên Reqayê: Bi saya ramanê Ocalan me rastiya xwe fêm kir

Jinên Ereb ên bajarê Reqayê komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Armanca komployê têkbirina fikirê Ocalan e. Me bi saya ramanên Ocalan rastiya xwe fêm kir.”

Jinên Reqayê: Bi saya ramanê Ocalan me rastiya xwe fêm kir
8 sibat, 2020   05:35
REQA – RUBA EL-ELÎ

Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Abdullah Ocalan bi komployek navnetewî hat girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker kirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya AKP‘ê tecrîdeke girankirî li ser Ocalan ferz kiriye û serlêdanên malbat û parêzan a ji bo hevdîtinê red dikin.

Jinên Ereb ên bajarê Reqayê komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Jina bi navê Wîsam El-Ehmed a ji taxa Meşleb anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya hemû jinan di nav de jinên Ereb dixebite, ji ber vê yekê dewleta Tirk hewl dide fikirê wî ji tine bike.

Wîsam got: "Me bi felsefeya Rêbertî armanca komployê nas kir. Armanc veşartina heqîqeta jinê ye. Rêbertî rastiya vê yekê eşkere kir, heger jin rola xwe di civakê de vegerînê dê dewletên kapîtalîst, desthilatdarî û navendîbûn hilweşe."

Wîsam El-Ehmed destnîşan kir ku ew wekî jinên Ereb ên Reqayê dê li ser xeta Rêber Ocalan bin û fikirê wî belav bikin.

Jina bi navê Hela El-Elî îşaret armanca komployê wiha vegot: “Em dizanîn ku armanca êrişa dawî ya dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şikandina vîna gel û jinê ye. Armanc tinekirina civaka ku fikrê Ocalan diparêzin e.”

Zena Ehmed El-Mihemed ji taxa Şûeyb jî got: "Rêbertî di her nameyek xwe de şoreşek nû û çareseriya aştiyane ye. Ji bo wê jî tecrîdek girankirî li ser Ocalan ferz dike. Dewleta Tirk ji tirsa naxwaze peyamên Ocalan û ramanên wî belav bibin.”

Fatima El-Umer bal kişand ser girîngiya ramanê Rêber Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: "Ne ji ramanê Rêber Abdullah Ocalan baya em nedighaştin vê astê. Ji ber ku hemû dewletên kapîtalîst û pergalên serwer nikarin projeya netewa demokratîk pêk bînin."

Fatima di dawiya axaftina xwe de got: "Hewlana şikandina vîna jinên li herêmên dagirkirî berdewama komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vlXZIa4vJmU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>