ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08 -02-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08 -02-2020
8 sibat, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Komîteya Têkilî û Şopandinê ya ku di 11‘ê Kanûna 2019‘an de di forma siyasî li Kobanê hate avakirin de dê serdana partiyên Kurdî yên li bajarê Qamişlo bikin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên Ereb ên bajarê Reqayê komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Armanca komployê têkbirina fikirê Ocalan e. Me bi saya ramanên Ocalan rastiya xwe fêm kir.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mabata Xîtam El-Mizyed du caran ji ber êrişan hat koçberkirin û di rewşeke zehmet derbas dibin. Astengdariya keça wan a 10 salî Îman azarên koçberiya wan zêdetir dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Şanoya pêlîstikan yek ji cûreyên hunera kevnar e ku li Rojava jî tê pêşandan. Ev cûre şano cara yekem di 3 û 4‘emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê ya li herêma Efrînê de hat pêşandan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Koçberên kampa Waşûkanî ji bo ku debara xwe bikin projeyên biçûk çêdikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sûka kevn a Dêrikê yek ji sembolên kevneşopî yên herêmê ye ku şahidê dîroka herêmê dike. Heta roja îro di nava şêniyê de cihekî xwe yê taybet heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Daîreya Xizmetên Feniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê di demeke kurt dê sererastkirina rêya Reqa-Hesekê bi dawî bikin. Rêya M4 ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê hatibû sekinandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a bajarokê Kerama, di sala 2019’an de gelek proje pêk anîn û dest bi projeyên sala nû kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Giştî ya Jîngeha Herêma Firatê plansaziya gelek projeyan danîne pêşberî xwe, di nav de; çandina darên xemilandinê û sûdwergirtina ji girên bor. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo pêşxistina rewşa tenduristiyê gelek xizmetên tenduristiyê pêşkêş kirin û niha plansaziya îsal danîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA