`Her çend komplo berdewam bike em ê felsefeya Ocalan bişopînin`

Şêniyên Rojava yên ku xizmên wan di girtîgehên Tirkiyê de ne gotin: “Em bi rêgeza Ocalan û projeya neteweya demokratîk ve girêdayî ne. Em soz didin ku em ê têkoşînê berdewam bikin heta ku Ocalan azad bibe û di nava pêkhateyan de aştî pêk were.” 

`Her çend komplo berdewam bike em ê felsefeya Ocalan bişopînin`
7 sibat, 2020   06:15
ŞEHBA-MIZGÎN HEMO

Bi rasthatina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, şêniyên Rojava yên ku xizmên wan di girtîgehên Tirkiyê de ne diyar kirin ku ew şopdarên rêgeza Ocalan in. Şêniyan bang li civaka navneteweyî kirin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku tecrîdê bidawî bike.

Xwişka Leyla Xelîl, Hacer Xelîl ji 1995`an ve  di girtîgeha Gebzeyê de dimîne. Leyle got: "Komploya li dijî Ocalan hîna berdewam e. Desthildatdariya Tirkiyê tecrîda ku li Ocalan ferz kiriye girantir dike. Bi taybet ji ber ku nêrînên Ocalan rolek di çareserkirina aloziya Sûriyê de dilîzin."

Leyla destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker di heman dîroka komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan de yanî di 9`ê Cotmehê de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Leyla got: “Ev îsbat dike ku artêşa Tirk a dagirker peyama ku komplo li dijî gelê Kurd berdewam e, dide. Perspektîv û nêrînên Ocalan tekane rêya çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Em bang li her kesî dikin ku rêgezên Ocalan bişopînin.”

‘KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ VÎNA ME NAŞKÎNE’

Birayê Mehmûd Mamo, Resûl Mamo ji 1994`an ve di zindana Tekîrdag a Stenbolê de dimîn e. Mehmûd dibêje: "Komploya navneteweyî vîna gelê Kurd naşikîne. Dewleta Tirk hewl dide tecrîdê li ser Ocalan girantir bike. Da ku rêgeza neteweya demokratîk pêk neyê. Projeya neteweya demokratîk û felsefeya Rêber Ocalan tevahiya pirsgirêk û nakokiyên dîrokî çareser dike. Lê dewleta Tirk bi armanca fikrên Ocalan biçewsîne hevdîtinên parêzeran qedexe dike."

Mehmûd Mamo diyar kir ku ew şopdarê rêgeza Ocalan in û wiha domand: "Fikrên Ocalan di nav gelan de belav bûne. Em bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî dikin ku zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku tecrîdê bidawî bike."

Di dawiyê de Mehmûd Mamo got: "Çendîn komplo dirêj bike, em ê parastina projeya xwe bikin. Em ê felsefeya Ocalan bişopînin. Em soz didin ku em ê têkoşînê berdewam bikin, heya Rêber Ocalan azad bibe û tevahiya pêkhetayan di nav aştiyê de, dûrî şer û nakokiyan bijîn."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IpMIsI1AdnA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>