‘Çareseriya aloziya Sûriyê di diyalogên Sûrî-Sûrî de ye’

Rûspiyê eşîra Raşid Mihemd Reşîd Abdullah diyar kir, civînê ku ji derve ji bo çareseriya aloziya Sûriyê lidar dikevin tenê xizmeta berjewendiyên wan hêzan dikin û got: “Çareseriya aloziya Sûriyê di diyalogên Sûrî-Sûrî de ye.”

‘Çareseriya aloziya Sûriyê di diyalogên Sûrî-Sûrî de ye’
7 sibat, 2020   06:01
QAMIŞLO-ŞIHAB EHMED

Piştî dewletên derve destwerdana aloziya Sûriyê kirin, nexasim dewleta Tirk a dagirker ku li Sûriyê piştgirya komên çeteyan dike, aloziya Sûriyê roj bi roj xerabtir dibe.

Rûspiyê eşîra Raşid a li navçeya Tilhemîsê yê girêdayî kantona Qamişlo, Mihemd Reşîd Abdullah derbarê aloziya Sûriyê de ji ajansa me re axivî. Abdullah got: “Ji 2011`an ve aloziya Sûriyê berdewam e, em jî wekî gelên Sûriyê banga diyalogên Sûrî-Sûrî dikin. Heman demê de QSD a ku parastina herêmê dike jî banga diyalogên Sûrî- Sûrî dike. Lê aliyên dîtir diyalogan red dikin.”

Abdullah diyar kir ku ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve  da ku aloziya Sûriyê çareser bibe, hem bi rejîma Sûriyê re û hem jî oposîzyonên demokratîk re hewldana li dar xistina diyalogên cidî dike, lê Rejîmê gavên cidî neavêtine.

Abdullah axaftinên xwee wiha domand: “Gel û fermandarên me domdar banga danûstanên aştiyane û demokratîk dikin. Ji ber em gelekî aştîxwazin.”

Abdullah amaje bi civînên li derveyî Sûriyê hatine û tên  lidarxistin kir û got: “Ji ber parastina berjewendiyên gelên Sûriyê nedikirin û tenê berjewendiyên xwe diparastin, civîn bêencam dimînin. Di milê dîtir de em ê ticarî biryarên hêzên derve qebûl nekin. Ji ber em xwedanên Rêveberiya Xweser û QSD`ê ne û tenê ew nûnertiya me dikin.”

Abdullah axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wekî eşîrên Ereban êrişên artêşa Tirk a dagirker şermezar dikin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/agvF8hVSyWI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>