‘Tirkiye sedema azarên şêniyên Idlibê ye’

Serokê buroya Partiya Pêşeroja Sûrî yê Idlibê Tirkî Dado got: “Dewleta Tirk û hevalbendên wê sedema azara gelê Idlibê ne. Tirkiye bi îdeayên ku parastina mirovahiyê dike, piştgiriya çeteyên wekî Heyet Tehrîr El- Şam ên ku girêdayî El- Qaîdê ne dike û êrişî gelên Sûriyê dike.”

‘Tirkiye sedema azarên şêniyên Idlibê ye’
7 sibat, 2020   05:00
TEBQA-XAZÎ MENSÛR

Tirkî Dado got ku, ji ber Tirkiye hevkarê sereke yê komploya li dijî gelên Sûriyê ye wê hesabên Tirkiyê di Idlibê de biser nekevin.

Dado got ku, “Tirkiye bi rêya piştgiriya Cebhet El-Nusra berê Şoreşa Sûriyê guhert. Cebhet El-Nusa girêdayî Rêxistina El-Qaîdê ya li Sûriyê ye. Dewleta Tirk domdar îdîaya parastina gelên Sûriyê dike, lê di rastiya xwe de komployan li ser gelên Sûriyê çêdike. Bi vê yekê projeyên xwe yên li ser xaka Sûriyê pêk tîne. Isbata vê yekê hevpeymana Efrînê, Xuta û hevpeymana Helebê ye.”

TİRKİYE PENABERAN Dİ KUJE

Tirkî Dado destnîşan kir, dewleta Tirk penaberên ku nêzî sînorê Tirkiyê dibin, qetil dike û lê ji bo berjewendiyên xwe yên li ser xaka Sûriyê, dosyaya penaberên ji Sûriyê li ber çavê cîhanê weke firsetekê bikar tîne.

Dado destnîşankir ku, “Nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk ku ji bo parastina Cebhet El-Nusa derbasî Idlibê bûne,  rêbazên navdewletî azara şêniyên Idlibê bi dawî nakin. Ji ber nuqteyên heyî parastina berjewendiyên Tirkiyê dikin û berovajî îdîayên ku parastina sivîlan dike ne. Dewleta Tirk li ser hesabên opozîsyonê piştgiriya komên tundraw dike. Mînaka vê yekê rewşa Dera, Xuta û Helebê ye. Tirkiyê piştî van herêman komên tundraw tevlî nava çeteyên xwe kir û ji bo berjewendiyên xwe çeteyan erkdar dike.”

TİRKİYE OL Bİ KAR TÎNE

Dado diyar kir ku şêwaz an jî rola ku Tirkiyê dide meşandin ji dema dewleta Osmanî ve heye û wiha pê de çû: “Ji ber dewleta Osmanî gelek tevgerên şoreşger û rizgariya gelan çewisandin û di bin navê ol de komkujî pêk anîn. Tirkiye jî heta roja îro heman rêbazan dide meşandin. Isbata vê yekê jî piştgiriya Îxwan El-Muslimîn e û Îxwan jî rasterast an nerasetrast destwerdana dewletan dike. Mînaka wê jî rewşa Lîbyayê ye.”

Dado bal kişand ser îdîa Tirkiyê û wiha axivî: “Îdîayên dewleta Tirk ên wek parastina ewlehî û neteweya Tirkiyê bê bingeh in, bi vê yekê dixwaze gelên Sûriyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îşkence bike. Ji ber heta niha ti gefên ji xaka Sûriyê li dijî Tirkiyê derneketine û Tirkiyê bi hemû awayan dixwaze berjewendiyên xwe bi dest bixîne.”

Serokê buroya Partiya Pêşeroja Sûriyê yê Idlibê Tirkî Dado têkildarî însiyatîfa Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî wiha anî ziman:

“Piştî raya giştî beramberî şerê li dijî Idlibê bêdeng ma, Mazlûm Ebdî îşaret bi pêşwaziya gelên Idlibê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Rêveberiyên sivîl ên demokratîk ên li Bakurê Sûriyê bi rastî jî pêşwaziya karwanên koçberan kirin û ew li herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih kirin.        

Dedoa bang li rêxistinên mirovî kir ku bi erka xwe rabin û alîkariya sivîlên Idlibê bikin.

(eh)

ANHA