Li kampa Holê bûyerek din a şewatê

Li kampa Holê komek jinên DAIŞ‘î çadireke jineke Ozbakistaên şewitandin.

Li kampa Holê bûyerek din a şewatê
6 sibat, 2020   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kampa Holê sûcên jinên DAIŞ‘ê yên li dijî jinên din de didome. Jinên DAIŞ‘î hewl didin fikirê DAIŞ‘ê yê tundraw di kampê de ferz bike û sûcan li dijî jinên din ên ku hewl didin ji zihniyeta DAIŞ‘ê de xilas bibin, pêk tînin.

Di beşê girêdayî jinên DAIŞ‘ê yê kampa Holê de, hejmarek jinên DAIŞ‘î çadira jina bi navê Um Kelsûm Mihemed a bi eslê xwe ji Ozbakistanê ye şewitandin.

Kampa Holê ji mezintirîn kampên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Di kampê de zêdetirî 68 hezar kes ji koçberên Sûriyê, penaberên Iraqê û jinên û zarokên çeteyên DAIŞ‘ê hene. Kampa Holê ji xetertirîn kampên cîhanê ne, ji ber ku zêdeyî 40 hezar hevjîn û zarokên DAIŞ‘ê hene.

Berpirsa hêzên ewlehiyê ya kampa Holê Eylûl Rizgar berê ji ajansa me re dabû xuyakirin ku asta sûcên malbatên çeteyan ên di kampê de zêde dibin, li hemberî vê yekê civaka navdewletî tevnagere.

ANHA